Li Stenbolê êriş hat şermezarkirin
- 20:24 2 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Polîsan êrîşî girseya ku li qada Şîşhane ya Stenbolê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikirin, kir û gelek kes hatin binçavkirin.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo protestokirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Heleb û Rojavayê Kurdistanê li qada Şîşhane li hev civiyan. Gelek kesên ku parlementerên DEM Partî jî di nav de bûn ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Tevî hemû êriş û binçavkirinan jî girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Zext nikarin me biçewisînin” li dijî êrişan ber bi avahiya DEM Partiyê ya bajêr ve meşiyan.
Polîsan êrişî girseya ji derveyî dorpêçê ku vê pêkanîna keyfî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” protesto kirin, kir û gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.