MSD'ê têkildarî bûyerên dawîn daxuyaniyek da
- 20:11 2 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – MSD'ê ji bo bidawîkirina şer û aloziya li Sûriyeyê bal kişand ser hin xalan û diyar kir ku ew amade ye bi hemû aliyan re diyalogan bike.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî bûyerên dawîn ên li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê, daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de tundiya li Sûriyeyê hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku kontrolkirina bajarê Helebê û gundewarê Hemayê ji aliyê komên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ve bê ku tu berxwedan li hemberî wan were kirin, cihê metirsiyê ye.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku zextê li hemû aliyên xwedî rol di Sûriyeyê de bike, bila şer rawestîne û pêvajoyeke siyasî ku hemû aliyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, bide destpêkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de dewleta Tirk a dagirker wekî berpirsê şerê li bakurê rojavayê Sûriyeyê hat destnîşankirin. Der barê rewşa koçberên ji herêma Şehbayê de jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê hat kirin ku destwerdaneke lezgîn bikin û sivîlan ji sûcên şer, qirkirin û koçberkirina bi darê zorê biparêzin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku metirsî heye ku çeteyên DAIŞ'ê ji vê rewşê sûd bigire, têkildarî wê jî bang li Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku destekê bidin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo têkoşîna li dijî terorê xurt bike û hevkariyekê di navbera hêzên Iraqê û QSD'ê de pêk bîne.
Her wiha teqezî bi girîngiya rola Rûsyayê di çareserkirina krîzê de hat dayîn.
MSD'ê destnîşan kir ku ew amade ye bi Tirkiyeyê re diyalogê bike û bal kişand ser van xalan:
Şer û pevçûnên di navbera aliyên Sûriyeyî de tenê dikevin bin berjewendiya dijminên gelê Sûriyeyê û zehmetiyên sivîlan zêdetir dikin. Ji bo wê jî pêwist e diyalog were pêşxistin.
Pêwist e hemû binpêkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê werin rawestandin nexasim ku Kurd û netewe û olên din beşek sereke ji dîrok û erdîngariya Sûriyeyê ne.
Krîza Sûriyeyê tenê bi rêya çareseriya siyasî û dûrî destwerdanên ji derve, tê çareserkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de MSD'ê helwesta xwe ya parastina yekbûna xaka Sûriyeyê û amadebûba xwe ji bo diyalogê bi hemû aliyên Sûriyeyê re teqez kir û banga pêkanîna biryara neteweyî ya 2254’an kir.