
Dayikên Aştiyê: Gavên şênber biavêjin
- 13:55 2 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku divê ji bo pêvajoyê gavên berbiçav bên avêtin.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina 27'ê Sibatê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re peyama sedsalê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Stenbolê şandibû parve kir. Peyam di weşana zindî de ji gelek herêman hevdem hat parvekirin. Dayikên Aştiyê têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî dan.
Amed
Havva Kiran ewil diyar kir ku pêvajoya aştiyê piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de dest pê kir. Havva Kiran diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re weke Dayikên Aştiyê piştgiriyê didin pêvajoyê û got, “Em dibêjin bila aştî were van xakan. Em bang li her kesî dikin, ne rast e şer tenê li aliyekî raweste, pêwîste her du alî çekan deynin. Ji Rojava heta Başûrê divê li her derê şer raweste. Li cihên ku şer lê heye kulîlk nayên çandin. Her kesê ku ji xwe re dibêje mirov divê ji bo rawestandina vê xwînrijandinê gavan biavêje û her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe.
Riha
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, têkildarî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rihayê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
'Divê gav bên avêtin'
Dayika Aştiyê Adalet Çay di daxuyaniyê de axivî û got, “Ev 2 roj in deriyên pêvajoyeke nû hatine vekirin. Banga me ji hemû dayikan re ev e, werin em bi hev re dev ji vê xwînê berdin. Divê dewlet jî gavan bavêje. Şer û agirbest ne yek alî ye. Em êdî naxwazin dayik bigirîn û ciwan bimirin. Bila şer raweste. Bila zindan vala bibin. Bila diyalog hebe. Em bang li hemû cîhanê dikin, bila dengê dayikan bibihîzin. Em destê xwe dirêjî aştiyê dikin. Divê gav bên avêtin. Divê êdî balafirên şer ranebin, top bên rawestandin. Ji bo rawestandina xwînê çi hewce dike bikin. Eger navnîşan parlamento be, divê li wir diyalog bên kirin."
'Edi bes e'
Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz diyar kir ku bi salan e aştiyê dixwazin û got, “Em di pêvajoyeke nêzî aştiyê re derbas dibin. Agirbesteke yekalî nîne, divê aliyê din agirbestê ragihîne. Em êdî mirin û xwînê naxwazin. Em jiyan û aştiyê dixwazin. Hemû dayik dilşikestî ne. Divê dayikên leşker jî xwedî li agirbestê derkevin û banga agirbestê bikin. Em dibêjin êdî bes e. Bi salan e em berdêla wê didin. Me zarokên xwe winda kirin, bila em vê carê neviyên xwe winda nekin. Ji şer re na, ji aştiyê re erê."
Daxuyanî bi çepik û qîrîna dirûşmên "Ne şer aştî niha" bi dawî bû.