
Li Helebê komcivîna 'Azadî û hebûna jinan'
- 15:21 3 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di komcivîn "Azadî û hebûna jinan" de bingehên zanistî yên azadiya jinan, rêxistinbûyîna wan û hewcedariya bi şoreşa jinan ve nîqaş kirin.
Malbenda Heleb a Rewşenbîriyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de komcivînek bi sernavê "Azadî û hebûna jinan" li hola Cizîrê ya taxa Eşrefiyê li dar xist. Nûnerên sazî, meclis, tevgerên jinan û partiyên siyasî beşdarî komcivînê bûn. Kesayetên jin ên ji derve jî bi rêya peyamên bi dîmen tev li komcivînê bûn.
Piştî deqeya rêzgiritn hevseroka Meclisa Helebê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nehla Mistefa bi xêrhatina beşdaran kir û 8’ê Adarê pîroz kir.
Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid axivî û got: "Li gel geşedanên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, me pêdivî dît ku girîngiya bingehên zanistî yên azadiya jinan bidin nasandin. Di vê pêvajoyê û hemû pêvajoyan de divê jin rola xwe ya dîrokî pêk bînin. Divê em bi hev re têgehên sexte yên azadiyê yên ku jinan ji nasnameya wan dûr dixin ji holê rabin û zemîna guncaw biafirînin da ku têghiştina rasteqîn a azadiyê bidin nîşandan."
Endama Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Şêrîn Şêxo jî mijara "Azad û Hebûna Jinan" şîrove kir û got: " Divê mirov têgeha azadî û xwezayê analîz bike. Pêdivî bi nasandina civakê bi şeklê xwe yê xwezayê ve heye. Divê berê civak bidin azadiyê. Ne wisa be dê civak di nava koletiyê de bixeniqe."
Şêrîn Şexo anî ziman ku "Azadî aliyên kesayetî, bedenî, aborî, siyasî, çandî, hizrî û civakî dihewîne û mafê jinan yên derbirîn û ramanên xwe dihewîne. Ji bo azadiya rasteqîn pêk were pêdivî bi hişyarî, xweperwerdekirin, xwe rêxistin û rizgarbûna ji serdestiya mêr heye."
Şêrîn Şexo her wiha mijara "Hevjiya Azad" ya li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir û wekî modela herî guncaw a avakirina civakeke demokratîk pênase kir. Şêrîn îşaret bi vê yekê kir ku jin ji bo ku rola xwe ya pêşeng vegerîne pêdivî bi şoreşeke nû ya jinan heye.
Berpirsa tevgereke jinan li Sûriyeyê Sewsen Şeybanî bi rêya peyameke bi dîmen beşdarî komcivînê bûn. Sewsen diyar kir ku asta pêşketina civakê bi asta pêşketina jinan ve girêdayê ye. Her wiha anî ziman ku jiyan ji malbataê dest pê dike.
Ji Rojhilatê Kurdistanê jî çalakvana jin Leyla Dobin bi rêya dîmen beşdarî komcivînê bûn. Leyla 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.
Ji Qahîreyê pispora kar û barên siyasî Ferînaz Etiyê jî beşdar bû wiha got: " Azadiya rast a jinan ji zarokatiyê ve dest pê dike. Jin di temenê cuda de kesayeta xwe ava dike, maf û erkên xwe û çawaniya gihandina demokrasiya rast diznain."
Komcivîn bi van encamnameyê bi dawî bû. Ji bendên encamnameyê, navnedên civakî û qanûnî werin avakirin, ji bo parastina jinan qanûn werin danîn, pêşxstina rola rêxistinên jinan, pêxistina jinan di qada siyasî de.