Heyeta Îmraliyê ji giravê vegeriya: Dê banga dîrokî bê kirin

  • 14:16 27 Sibat 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Heyeta DEM Partiyê ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîdtinê bike çû Girava Îmraliyê piştî hevdîtinê vegeriya.
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) , ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike vêsibehê cara 3'Emîn çû Îmraliyê. Heyet piştî hevdîtin temam kir vegeriya. Heyet dê saet di 17.00'an de daxuyaniyê bide. 
 
Heyet ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Ahmet Turk, Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê.