
Li Başûr peyama dîrokî bi rêya ekranê mezin were nîşandan
- 11:35 27 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Silêmanî bi rêya ekranê mezin were nîşandan.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Di hevdîtinê de dê 7 kes cih bigirin. Li gel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Ahmet Turk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol jî di heyetê de cih bigirin.
Şande dê piştî hevdîtinê di saet 17:00’an de li Stenbolê daxuyanî bide. Şande di daxuyaniyê de wê banga Abdullah Ocalan ragihîne. Daxuyanî bi zindî û di ekrana mezin de wê were parvekirin.
Weke gelek bajarên Kurdistanê dê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî peyama dîrokî bi rêya ekranê mezin, were nîşandan. Komîteya Çalakiyan a Meclîsa Gel a Mexmûrê, bang li xelkê Mexmûrê kir ku saet 17:00’an li Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê, ji bo peyamê kom bibin.
Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî wê ev banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di saet 17:00’an de li Parka Azadî ya li Silêmaniyê bi rêya ekranê mezin were nîşandan.
Hêjayî gotinêye ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 20’ê Tîrmeha 2023’yan ve hatiye destpêkirin, di roja 588’an de bi koma 116’an bibiryardariyek xurt didome.