Şoreşa jinê (3)

  • 09:04 26 Sibat 2025
  • Dosya
 
Krîza aborî: Xizanê herî xizan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd bi ku tespîta modernîteya kapîtalîst bi binpêkirina aboriya li hember jinan "Xizanê herî xizan" an jî "Xizanî kirine jin" pênase dike, diyar dike ku divê ev bê çareserekirin.
 
Jin îro li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst ku jinan azad nake, têkoşîna xwe roj bi roj mezin dikin. Nîqaşên li ser têkoşîna azadiyê wê bi "Şoreşa Jinê" pêş bikeve û avakirina jiyaneke nû jî bi  awayekî xurt tê meşandin. Nirx û rexneyên Tevgera Jinê ya Azadiya Kurdistanê ya li ser modernîteya kapîtalîst a di sedsala 21’ê de wê “Şoreşa jinê” çawa be, derdixe holê ku divê çi bi ser bikeve.
 
Di vê beşa nivîsa xwe de em xizanî û binpêkirina kedê ya modernîteya kapîtalîst ku wek aborî li ser jinan dide meşandin digirin dest. 
 
Xizanê herî xizan
 
Ji ber faliyetên aboriyên yên sereke xistine bin tekela xwe, krîza aborî her diçe giran dibe. Girêdayê pêşketina kapîtalîzmê, sermaye li cihên diyarkirî û bin kontorla hinek kesan de her diçe mezin dibe û li dijî vê jî xizanî giran dibe, rêjeyên betalî û birçîbûnê zêde dibin. Hebûna malê 42 kesên herî dewlemend yên cîhanê, tekabulê ji sedî 50’ê nifûsa cîhanê dike û 3,6 mîlyar mirov e. Dahatuya 10 welatên dewlemend, ji 10 welatên herî xizan 77 kat zêdetire. Xizaniya jinê jî ji salên 70’ê heta niha bi têgehên wekê ‘xizanên herî xizan jinin’ an jî ‘xizanî bûye’ jin tê pênasekirin. Jin li cîhanê bi giştî 2/3 hêza kar ava dikin. Di alî dema xebata rojane de ji mêran ji sedî 25 zêdetir dixebitin û nîvê xureka cîhanê hildiberînin. Tevî vê hilberîna wan ji sedî 10’ê yê cîhanê ye. Ji sedî 70’ê xizanên cîhanê jin in.Li cîhanê 876 mîlyon mirovxwendin û nivîsandinê nizanin û jin ji sêyan du hebî ava dike.Derfetên jinan yên di karên ku hatina wan zêde ye de, kêm e. Jinên ku bi derfetên kêm tên sînorkirin, qadên ku dikarin lê bixebitin jî bi vî awayîne. Li herêmên ku cotkarî û çandinî zêde ye ji sedî 60-80 jin tên xebitandin û tevî vê ji sedî 10’ê kêmtir ax aydê jinan e. Li Tirkiyeyê jî di sektora çandiniyê de tabloyek wisa heye. di sektora çandiniyê de ku xwe dispêre keda jinê, ji sedî 90’ê jinan bê  ewle û sîgorte dixebitin. Jinên ji Kurdistanê diçin û ser erdan dixebitin bi newekhevî tundî, bûyerên destdirêjiyê re tên rû hev û di encama qezayên trafîkê de jî jiyana xwe ji dest didin. Ev jî aliyên binpêkirina keda jinan derdixe holê.
 
Keda jinê di hedefê de ye
 
Di hedefa teşeyên binpêkirinê yên nû de welatên cîhanê yên sêyemîn û keda jinê heye. Derket holê ku piraniya kargehên jinan xwedî dahata kêm in û bê ewlekarî dixebitin. Nîşaneyên li ser tevlêbûna jinan di jiyana kar de li welatên Asyayê vê wêneyê diyar dikin. Li Çînê, ku ev 10 sal in di Rapora Ciyawaziya Zayendî ya Gerdûnî de her ku diçe kêm dibe, rêjeya tevlêbûna hêza kar a jinan bi qasî ji sedî 69 e, lê ew tenê dikarin di ji sedî 17’ê pozîsyonên payebilind û rêveberiyê de cih bibînin. Her çend ji sedî 52 xebatkarên teknîkî û pîşeyî jin in, lê peyva "Tenê mêr" an "Bi tercîhî mêr" di piraniya qadên kar de têne bikar anîn ku bi taybetî li karkerên jêhatî digerin.
 
Di şertên giran de dixebitin
 
Jin di karên ku terza rolên wan yên kevneşopî tên meşandin de tên îstîhdamkirin. Jin di karên wek xizmetkarî, paqijî, karê destan, atolyeyên dirûnê, lênerîna nexweş û zarokan, sektora kêfê, reklam û bazarkirinê de tên têbitandin. Ev teşeyên nû yên binpêkirina kedê ne. Sektora konfeksiyonê her sal li Bangladeş, Hîndîstan, Pakîstan, Vîetnam, Başurê Koreyê, Misir, Urdun, Fas û Tirkiyeyê bi mîlyonan karê dike û di beşên mezin yên sektorê de jin di şert û mercên dijmirovahî de tên xebitandin. Saetên dirêj, bê sîgore, wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Ev bandorek neyînî li ser rih û fîzîka jinan dike. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên fermî di van sektoran de nêzî 2 mîlyon kes dixebitin û nîvê zêdetir jinin.
 
Ji bo şertên wekhev 202 sal pêwist e
 
Li gorî Rapora Endeksa Navbera Zayenda Civakî ya Global, ji bo wekheviya aborî ya navbera jin û mêran de pêk bê 202 sal pêwiste. Her wiha ev rapor û dane tenê beşek rastiyan îfade dike û cudahî hîn bêtir girane. Jin herî zêde ji pergala aborî ya ku li ser bazar û nirxê danûstendinê ava dibe, zirarê dibîne û sektora fînansî jî, li şûna aboriya jiyanî, aboriya karanînê ya ku bi piranî jin tê de beşdar dibin.