
Krîza modernîteya demokratîk a li Rojhilata Navîn (4)
- 09:03 26 Sibat 2025
- Dosya
Teoriya neteweya demokratîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi modernîteya demokratîk dikarin bên çareserkirin û ewil teoriya netewa demokratîk pênase dike û li ser guherîna zîhniyetê disekine.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya modernîteya demokratîk a li Rojhilata Navîn pêşniyarên çareseriyê dike û di avakirina modernîteya demokratîk de divê çi bên pêşxistin, rêz dike. Em teoriya netewa demokratîk a ku Abdullah Ocalan dinirxîne digirin dest.
Abdullah Ocalan ku teoriya netewa demokratîk pênase dike wiha dibêje: “Teoriya netewa demokratîk esasa çareseriyê ya sereke ye. Ji bilî vê, teoriyeke civakî ya ku civakan ji nûve azad bike tuneye. Teoriyên din ên civakî ji rola marjînal wêdetir tiştekî îfade nakin. Teorîyên lîberal kapîtalîst civakan baş nakin, encax dikarin hinekî temen dirêj bikin. Çareseriyên van teoriyan tenê temenê modernîteya kapîtalîst hinekî dirêj dike. Civaka Rojhilata Navîn di yekemîn şerê cîhanê de terkî însafa netew-dewletan hat kirin.”
Qesabên modernîteya kapîtalîst: Netew dewlet
Abdullah Ocalan diyar dike ku netew-dewlet ji parçekirina civakan wêdetir rol nalîzin û wiha dinirxîne: “Civata netewa modern ji îmha û înkarê wêdetir nînin. Çiqas çand û dîrok înkar û îmha kirin, xwe ewqas serkeftî dîtin. Netew-dewletên ku rola qesabên modernîteya kapîtalîst lîstin, xwe her tim li hember efendiyên nû serkeftî û kêfxweş dîtin. Em tenê li tiştên ku îro li Iraqê diqewimin binêrin, her tişt zelal tê dîtin.”
Avakirina cîhana zîhniyetê
Abdullah Ocalan li dijî parçebûna civakan bal dikşîne ser wateya netewa demokratîk û wiha dibêje: “Teoriya neteweya demokratîk beriya her tiştî avakirina zihniyeta vê tevgera qesabî ya jiholêrakirin û qutkirina yekîtiya çandî ye, ango rawestandina netewe-dewletparêziyê û ji nû ve destpêkirina yekparebûnê ye. Teoriya neteweya demokratîk nirx û girîngiyeke bingehîn dide entegrekirina cîhana çandî ya Rojhilata Navîn di bin konsepta Yekîtiya Netewên Demokratîk de. Cîhana me ya çandî ya ku di hemû serdemên dîrokî yên ku tê de hatiye avakirin de bi hemû cihêrengiya xwe yekparetiyê pêşkêş dike, divê di bin vê têgînê de weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst tevbigere. Ka em li sedsala borî binêrin: Kurs her dem ber bi perçebûnê ve pêş ketiye. Miletê Ereb ne tenê di nav bîst û du netewe-dewletan de hatiye dabeşkirin; Weke proto-netew-dewlet, her tim di nava bi sedan zîhniyet, rêxistin, eşîr û mezhebên nakok de hatiye dabeşkirin. Armanca felsefeya lîberal di wateya kolonyal de ev e. Potansiyela ferdperestiya kapîtalîst ji bo atomîkirina civakê bêdawî ye. Ji ber vê yekê teoriya neteweya demokratîk yekparebûna prensîba bingehîn a li ser rêya ji nû ve entegrasyona azad û demokratîk îfade dike.”
Azadîxwaz, wekhevîxwaz, demokratîk
Abdullah Ocalan diyar dike ku ew feraseteke netewî ya cudahiyan dihewîne pêşniyar dike û wiha tîne ziman: “Bi vî awayî, ew civakên neteweyî yên mezin, yên ku ji ber sînoran bi berdewamî bi hev re di şer de ne û civakên neteweyî û hindikahiyên biçûktir di nav yekparebûna neteweyî de wekhev, azad û demokratîk dike.Tenê pêkanîna vê rêgezê, polîtîkayên ‘parçe bike-birêvebibe’ pergala hegomonîk vala derdixe.”
Ji bo Îranê teoriya netewa demokratîk…
Ji bo welatekî wek Îranê ku di her kêliyê de potansiyela perçebûnê heye, netew-dewletparêzî mîna bombeya atomê ye ku li jêrê hatiye danîn. Neteweperestiya Şîa ku bi berdewamî netew-dewletparêziyê hê zêdetir xurt dike, nikare parçebûn û jihevketina Îranê bisekine, lê bi hemû akrobatîkên xwe yên modernîteyê jî lezê dide wê. Bi taybetî ji bo Îranê teoriya neteweya demokratîk wek dermanek e ku divê rojane were bikaranîn. Tenê zihniyeta neteweya demokratîk dikare çand û gelên Îranê yên li hemberî modernîteya kapîtalîst gelekî berxwedêr e, bigihîne cîhaneke wekhev, azad û demokratîk a ku di dîrokê de lê geriyane. Dikare komplo û qetlîamên netewe-dewletparêz ên ku dibin sedema pevçûn û şer pûç bike û aştiyeke bi rûmet pêk bîne.
Xeta Afganîstan-Pakîstanê
Yek ji karasetên herî mezin ên xitimîna netewe-dewletparêzî îro li ser xeta Afganîstan-Pakistanê tê jiyîn. Wekî din, pirsgirêka Keşmîrê ya têkildar bi tevahî ji netewe-dewletparêziyê derdikeve. Pirsgirêkên Pakistan-Hindistan, Pakistan-Bangladeş di encama heman mejiyên neteweperest de hatine jiyîn û hîn jî tên jiyîn. Çareseriya netew-dewlet û aşitiyê bi cewherê xwe rê li ber xitimandin û şer vedike. Ev mînakên şênber vê rastiyê tam diyar dikin. Hem modelên komarparêz, hem royalîst û hem jî yên reel sosyalîst ên netewe-dewletparêziyê dixwestin li Afganîstanê werin pêkanîn.
Projeya yekîtiya netewa demokratîk
Encam civakek Afganîstanê ya nikare xwe bimeşîne ye. Ji bilî teoriya netewa demokratîk civak nikarin ji nûve bên ser xwe. Heta pisgirêkên civakî ji zîhniyetê neyên çareserkirin, di avabûnê de jî nayên çareserkirin. Zîhniyeta netewa demokratîk ji Asya Navîn heta Hîndîstanê çarçoveyeke yekbûyî ava dike. Heta terza netew dewletê bidome, ev pirsgirêk û pevçûn jî wê bidomin. Ji bo çareseriyê alternatîfa herî girîng Projeya Yekitiya Neteweya Demokratîk e.
Ji bo Israîlê teoriya netewa demokratîk
Teorî û têgehên neteweya demokratîk li gorî rastiya Îsraîl ku bingeha hegemonîk a netew-dewletê ye, roleke analîtîk a jiyanî dilîzin. Du rê li ber siberoja Îsraîlê hene. Rêya yekem ew e ku bi şerên berdewam veguhere împaratoriyeke herêmî ku bi xeta xwe ya heyî hegemonyaya xwe biparêze. Tê zanîn ku Îsraîl ji Nîlê heta Firatê û heta bi vir ve xwedî projeyeke hegemonîk e. Rêya duyemîn ji bo Îsraîl û gelê cihû ew e ku dev ji xeleka ku timî ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin û tevlî projeya Yekîtiya Netewên Demokratîk a Rojhilata Navîn bibin û li ser vê bingehê xwedî însiyatîfeke erênî derbikevin. Sermayeya rewşenbîrî û madî ya li pişt Îsraîlê dikare di projeya Yekîtiya Netewên Demokratîk de roleke pir girîng bilîze. Hem dikare wekî neteweya demokratîk xwe hîn bêhtir xurt bike û hem jî dikare aştiya mayînde û ewlekariya ku pêdiviya wê gelekî pê heye, bi tevlêkirina wê di çarçoveya yekitiya pêşketî ya neteweyên demokratîk ên li seranserê Rojhilata Navîn de bi dest bixe. Karasetên herî mezin ên ji ber netewe-dewletparêziyê pêk tên, gelên Rojhilata Navîn ên ku qirkirin dîtine eleqedar dike.
Bernameyên afirandina netew dewletên homojen
Gelên Helenî, Ermenî, Asûrî û Kurd ên ku li Anatolya û Mezopotamyayê ketine xefika neteweperestiya destpêkê, her çiqas çandên herêmî yên herî kevn ên dîrokê temsîl bikin jî, tecrubeyên netew-dewletparêziyê yên di sedsala dawîn de ew gihandine ber sînorê tasfiyeyê. Kêşeya neteweperestiya neteweya serdest ku di nav sînorên hişk de civakek neteweyî ya homojen ava bike, ji bo van gelan bûye felaketek rastîn. Heger ne ji neteweperestiya modernîteya kapîtalîst bûya ev felaketên mezin nedihatin kirin. Yê ku elîta Tirkên Spî diafirîne kapîtalîzm e. Bernameyên afirandina neteweyek homojen ji hewcedariya komkirina sermaye serbixwe nayên hesibandin.
Rêbaza herî baş
Çanda Anatolya û Mezopotamyayê jî bi vê perspektîfê mirov dikare lê binêre. Tenê zihniyeta neteweya demokratîk dikare hemû çandên dîrokî di nava aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê de bi hev re bihêle. Her ku çandek dikare xwe weke komeke neteweya demokratîk ava bike, di heman demê de dikare bi çandên din ên ku tê de dijî re di asteke bilind de di nava yekîtiya neteweyî ya demokratîk de bijî. Dema ku têgihîştina monîst a netewebûnê bi ser bikeve, êdî hewce nake ku hevdu tasfiye bikin. Li dijî karaseta netew dewletan, netewa demokratîk ewlehiya jiyaneke wekhev, azad û demokratîk e.
Rewşa Kurdan
Rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn a ku ji aliyê netewe-dewletparêziyê ve hatiye perçekirin û li her parçeyekî qirkirin û asîmîlasyonên cuda hatine ferzkirin, felaketeke tam e. Kurd di rewşeke demdirêj de ne ku di nava êşeke demdirêj de ne. Ew gelên ku di cîhanê de wekî din tune ne. Ew ne tenê ji aliyê derûnî ve, di heman demê de ji aliyê fizîkî ve jî hatiye perçekirin. Hewldanên Kurdan ên netew-dewletparêzî ne xwediyê heman şansê serketinê bûn û ji ber ku bi berjewendiyên modernîteya kapîtalîst re li hev nedihatin, bêbext bûn. Netew-dewletparêziya ku îro li Başûrê Kurdistanê tê xwestin bê pêşxistin, bi hesabên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ve girêdayî ye. Dibe ku netewe-dewletparêziya kurd a mînîmalîst di berjewendiya pergalê de be.
Şansa projeya mezin a Rojhilata Navîn tune ye
Li aliyê din Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a ku DYA’yê di demên dawî de xwest têxe rojevê, zêde şansa wê ya serkeftinê nîne. Di rastiyê de ev proje li ser bingeha netewe-dewletan hatiye avakirin. Gelek projeyên bi vî rengî Rojhilata Navîn ber bi aloziyeke din ve kişandin. Rewşên ku ji ber projeya dawîn çêbûn ne cuda bûn. Heta ku mantiqa netew-dewletparêziyê bi ser nekeve, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji krîz û pirsgirêkên kûr ên ku tê jiyandin rizgar bike. Ji ber ku hem Komkara Erebî û hem jî rêxistinên Konferansa Îslamî yên heyî bi heman mantiqê netew-dewletê seqet bûn, rola wan a çareserkirina pirsgirêkan tune bû. Heta ku zîhniyet û pêkhateyên xwe yên heyî bi ser nekevin, ti şansa çareseriyê nîne. Hesabên dabeşkirina parvekirinê jî dikarin di her kêliyê de paşve bibin. Ev rewşa li Rojhilata Navîn, weke ku me bi zelalî nîşan da, pêkhatî ye û ji netewe-dewletparêziyê derdikeve. Weke ku me bi zelalî diyar kir, ji bo derketina ji vê rewşa kaotîk, zîhniyeta neteweya demokratîk û avakirina xweseriya demokratîk a modernîteya demokratîk modela wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk a herî guncav e, paradîgmaya nû ye. Ew modelek e ku rê li ber aştiya mayînde û ewlehiya her kesî û her civakê nîşan dide."