
Kampanyaya ‘Gotina me neqedyaye’ balê dikişîne
- 09:02 26 Sibat 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Di rojên borî de rapora sê mehan a kampanya ‘Gotina me neqedyaye em ê tundiyê bi hev re rawestandin’ bi rayagiştî re hat parvekirin. Der barê raporê de Kordînatora Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, Gunay Yakut axivî û da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de xwe gîhandine gelek jinan û gelek jinan serî li wan daye. Gunay Yakut got wê xebatên xwe li hemû qadan bidomînin.
Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan di 13’ê Mijdarê de kampanyaya ‘Gotina me neqedyaye em ê tundiyê bihev re rawestandin’ ku wê salekê bidome da destpêkirin. Ji aliyê şaredariyên bajarên mezin û şaredariyên navçeyan ve rapora sê mehan a kampanyayê di rojên borî de bi rayagiştî re hat parvekirin. Di daxuyaniya parvekirina raporê de di heman demê de starta bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî hat dayîn.
Kordînatora Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, Gunay Yakut rapora sê mehan a kampanyayê nirxand.
Bi vê kampanyayê li dijî pirsgirêkên jinan polîtîka tên pêşxistin
Gunay Yakut da zanîn ku ji bo qadên ku rêxistin û piştevaniya jinan xurt dibin biafirînin û bi van qadan li dijî tundiya li ser jinan polîtîkayan biafirînin derketine rê û wiha got: “Di rêveberiyên herêmî de qadeke ku jin serî lê bidin nema bû. Ev kampanya ne tenê li Amedê, li herêma Serhed, Botan û hemû Tirkiyeyê tê meşandin.Mixabin tayînkirina qeyûman hîna didome û em jî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Em her roj kampanyayê mezin dikin û xebatên xwe dimeşînin. Ev kampanya ji bo pêşxistina mekanîzmayên têkoşînê ya li dijî tundiyê û ji bo pêşxistina polîtîkayên li dijî tundiyê, ji bo wkeheviya zyaenda civakî ku xebat bên meşandin hat destpêkirin. Me di van sê mehan de li gund, tax, AVM, bazar û gelek qadan xebat meşand. Me di gelek qadan de xebatên atolyeyê kirin.”
Atolyeyên cur bi cur hatin kirin
Gunay Yakut her wiha bi lêv kir ku bi jinan re gelek atolye kirine û gelek kampanya dane destpêkirin û wiha vegot: “Me di atolyeyan de li ser wekheviya zayenda civakî, tundiya li ser jinan, cureyên tundiyê, têkoşîna li hember van û pêkanîna qanûna 6284 xebat meşandin. Di heman demê de me atolyeyên jiyaneke bê tundî pêk anî. Me atolyeyên parastina cewherî pêk anîn. Dîsa di roja îro de tundiya dîjîtal zêde dibe. Me der barê vê de kampanya da destpêkirin. Me xwe gîhan 15 hezar jinî. Di 3 mehan de hema hema li hemû navçeyan navendên piştevaniyê ketin jiyanê. Gelek navendên hatibûn girtin ji nû ve hatin vekirin û serlêdanên jinan hatin girtin.”
‘Rêveberiyên herêmê rê û rêbazan pêşkêşî jinan dikin’
Gunay Yakut axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me Navenda Piştevaniya Jinan a Peyasê vekir. Di sê mehan de 30 jinên ku tundî li wan hatibûn kirin serî li navendê dan. Ev hejmar bi serlêdanên ji bo şaredariyên din diguhere. Jin hewce bi cihên ku dikarin jê piştgiriyê bigirin dibînin. Di dema qeyûman de jin bê derfet hatin hiştin. Îro rêveberiyên herêmî rê û rêbazan pêşkêşî jinan dikin. Sê mehan de di bin bana şaredariyê de gelek sazî, navendên piştevaniyê, navendên jiyanê yên jinan, navendên bîhndanê, bazarên taxê yên jinan hatin avakirin. Xeta Tundiyê ya ku hatibû girtin Şaredariya Wanê dîsa vekir. Ji o vekirina stargehan gav hatin avêtin. Ev piranî di çarçoveya vê kampanyayê de hatin kirin.”
Xebatên hatin kirin hişmendî afirandin
Gunay Yakut diyar kir ku xebatên dimeşînin bi civakê re hişmendî afirandine û wiha vegot: “Em niha tenê ji bo Amedê bêjin, gelê vir dizane em der barê jinan de xebatan dimeşînin. Îro jin bi rehetî tên şaredariyê û serlêdanên xwe dikin. Serî li saziyan didin. Bêguman ev bi saya polîtîkayên DEM Partiyê pêk hatin. Xebat bi vê naqedin. Me van sê mehan de xebatên xwe bê navber meşand. Em bi 8’ê Adarê re ketin taxan û gundan. Em pêvajoyê bi hevkariya şaredariyên DEM Partiyê dimeşînin.”
Jin bi rihê 8’ê Adarê li qadan e
Gunay Yakut di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê bi rihê 8’ê Adarê li gundan, taxan xebatê bimeşînin û bi jinan re bên gel hev û got: “Di heman demê de avakirina parastina cewherî lingekî kampanya me ye. Em diheman demê de bingeha medya civakî ava dikin. Ji ber em dizanin ku gelek kes medya civakî bi kar tînin û bi taybet jinên ciwan pir bi kar tînin. Em ê bi vê rêbazê xwe bigihînin jinan û bi hev re di 8’ê Adarê de li qadan bin.”