Jinên Kurd ji bo Yekîtiya Netewî dixebitin

  • 21:30 29 Îlon 2025
  • Rojane
NAVNDA NÛÇEYAN -Jinên Kurd yên çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê bi pêşengtiya Platforam Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd, ji bo xebat û têkoşîna jinan bigihînin yekîtiyeke netewî li hev dicivin. Her wiha di civînê de li ser kar û xebatên jinan yên li çar parçeyan jî nîqaş û pêşniyar hatin kirin.
 
Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi beşdariya siyasetmedar û çalakvanên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê li ser asta çar platforman li gel nûnerên ji Ewropayê, ji bo lidarxistina konferansek Siyemîn ji bo Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd li hev civiya bû.
 
Civîna jinan 27’ê Cotmehê li Silêmaniyê pêk hatibû.
 
Civîn bi beşdariya 21 nûner û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê hatibû lidarxistin
 
Di civînê de gelek xalên girîng derketin pêş hinek jî ji wan wiha ne:
 
“Pêkanîna yekîtiya netewî ya bi rêya têkoşîna jinan.
 
Pêkanîna yekîtiya jinan ya li her çar parçeyan û derveyî welat.
 
Têkoşîna li dijî siyaseta cudakariyê ya ji ber mêtingerî, serdestî û baviksalariyê li dijî jinan derdikeve û hemû cureyên tundiyê şermezar dike.
 
Xurtkirina têkoşîna ji bo statû û mafê Kurdan ya li Kurdistanê û pêşîgirtina polîtîkayên koçberkirinê.
 
Di hemû warê jiyanê de ji bo pêşxistina jiyana azad û wekhev ya jinan ya li Kurdistanê.
 
Xurtkirina tifaqan ya bi jinên li Rojhilata Navîn û Cîhanê re.
 
Avakirina têkilî û tifaqan bi jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê re. Bi hev re xebitîn ji bo wekhevî, azadî, aştî, demokrasî û domdariya jîngehê.”
 
Di civînê de Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî di civînê de amade bû û got: “Di nava pêkhateyan de konferansek bi armanca pêkanîna aştî li nava pêkhateyên Rojava de hate kirin. Jinên Kurd, Ereb û Tirk cihê xwe têde girtin. Ji aştî pêk were, konferans hate kirin. Di konferansê de li ser rewşa jinan û gelê herêmê pêşniyar hatin kirin. Bi taybetî bal kişand ser rewşa jinan ya piştî hilweşîna rejîmê. Di konferansê de xebatên xurtkirina piştgiriya bi jinên li Sûriyeyê re hate kirin.”
 
Îlhan Ehmed bal kişand ser têkoşîna jinan ya ji bo hemû cîhanê bûye çavkanî û got: “Serhiladan û berxwedana jinên Kur dli çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê mezin bûye. Nimûne li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serhildanek pêk hatiye. Li Rojavayê Kurdistanê li ser heman dirûşmê berxwedana jinan pêş ketiye. Berxwedana Rojava ji bo hemû parçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn îlhame. Dîsa li Bakur û Başûrê Kurdistanê berxwedana jinan ya ji bo bidestxistina mafê xwe heye. Jin li Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê sîstema xwerêveberiyê cih di her astê de girtiye. Kongreya Siyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurd li ser bingehê Xwerêveberiyê pêk were wê encamên girîng bi xwe re bîne.”
 
Hêjayî bibîrxistinê ye Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010’an de li Ameda Bakurê Kurdistanê û konferansa duyemîn jî di sala 2012’an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Tê gotin, dibe ku konferansa sêyemîn li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin.