
Li Girtîgeha Evînê du girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
- 19:25 29 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî mirina Somaye Reşîdi ku ji ber nebûna lênêrîna di warê tenduristiyê de li Girtîgeha Kerçaxê mir, Hamida Erdalan û Mehdi Ferahi Şandiz ku li Girtîgeha Evînê ne, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Yek ji binpêkirinên herî giran ên li girtîgehên Îranê, bi taybetî li dijî girtiyên siyasî yên jin, nebûna sîstematîk a lênêrîna tenduristiyê ye. Girtîgeha Kerçaxê, ku girtiyên jin lê dimînin, bi şert û mercên xwe yên xirab û înkarkirina bi zanebûn a lênêrîna tendirustiyê tê nasîn.
Nerazîbûnên piştî mirina girtiya siyasî Somaye Reşîdi ji ber nedayîna xizmetên tenduristiyê berdewam dikin. Hamida Erdalan, girtiya siyasî ya li Girtîgeha Evînê, îro di peyamekê de ragihand ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Erdalan got, "Ez, Hamida Erdalan, keça vê axê, ji bo protestokirina mirina Somaye Reşîdi dest bi greva birçîbûnê dikim. Daxwazên min ew in ku girtiyên siyasî yên jin ji bo Girtîgeha Evînê werin veguhastin û ew xizmetên tenduristiyê werbigirin."
Hamîda Erdalan di peyama xwe de rêveberiya girtîgehê berpirsyar girt û got, "Destdirêjiya mafên bingehîn ên wekî mafê tenduristiyê, gihîştina dermankirinê û cudakarî sûcek eşkere ye." Wê diyar kir ku ew ê heta ku daxwaz werin bicîhanîn grevê bidomîne.
Çalakvanê siyasî Mehdî Ferahî Şandiz, ku ew jî di heman girtîgehê de girtî ye, ji bo protestokirina mirina Somaye Reşîdi dest bi greva birçîbûnê kir. Şandiz got, "Rewşa xirab û binpêkirinên sîstematîk ên tenduristiyê yên li Girtîgeha Karçakê dibin sedema encamên kujer. Em daxwaza berdana hemû girtiyên nexweş û lêpirsînek serbixwe ya li ser rewşa tendirutiyê ya li girtîgehan dikin."