Komîsyon dê rêxistinê hiqûqê guhdarî bike

  • 15:22 29 Îlon 2025
  • Ramyarî
 
ENQERE“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk û Biratî û Demokrasiyê” dê roja Pêncşemê rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
 
Rojeva civîna 13emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Parlamentoyê hatiye damezrandin, hat eşkerekirin. Komîsyon dê di civîna xwe ya roja Pêncşemê saet 11:00'an de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
 
Di rûniştina yekem de, Komeleya Parêzeran, Saziya Hiqûqê ya Tirkiyeyê, Komeleya Parêzeran ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Parêzeran a Sosyal Demokrat (SODAD), Komeleya Lêkolînên Hiqûqî (HUDER) dê werin guhdarîkirin. Di rûniştina duyem de jî, Prof. Abdurrahman Eren, Prof. Fazıl Husnu Erdem, Prof. Îlhan Uzulmez, Prof. Mahmut Koca, Prof. Bahrî Ozturk dê werin guhdarkirin.