Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara hat avakirin

  • 13:04 3 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara ava bû. Hate ragiahndin ku rêze-dokûmantereke ji 90 beşî ya bi navê "Vejîna Kurd" a li ser dîroka PKK'ê wê di demeke nêz de bê weşandin.
 
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara di hesabên xwe yên medya dijîtal de bi daxuyaniyekê damezrandina xwe ragihand.
 
Komînê di daxuyaniya xwe de li ser armanca damezrandina xwe binê van hevokan xêz kir; “Di nava rêûresma ragihandina Tevgera Azadiyê ya Kurd de, ji Mazlûm Doganan heta bi Gurbeteliyan, ji Apê Mûsayan heta bi Xelîl Dagan, Ji Naziman, ji Cîhanan, ji Kemalan, ji Egîdan heta bi Gulîstanan gera li Heqîqetê dewam dike û wê dewam bike...”
 
Ji bo rêûresma qala wê tê kirin jî ev hevok di daxuyaniyê de hatine danîn: “Em di serdema ragihandinê de ne. Li gorî vê, pêwîst e ku ev çepera nipînû ya berxwedanê ji bo belgekirina heqîqetê, ji bo bûyerên qewimî ji siberojê re bi awayekî mayînde bimînin û ji bo dîrokeke rast û durist were nivîsandin, hewce ye.”
 
Di daxuyaniyê de li ser Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara agahî têne dayîn û tê gotin; Komînê xwe li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welêt bi rêxistin kiriye, dest pê kiriye tecrûbe û ezmûnên belgekariya bi qasî nîvsedsalekê ya di nava rêûresma ragihandina azad de, arşîva dewlemend û kulliyata teorîk berhev dike û bi ser hev de tîne. Bi komînbûneke nû xebatên belgekariyê yên li Kurdistanê têne kirin û bi vî awayî; bi vê xebatê xwe didin ber barê belgekariyê.
 
Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstana Tara di dewama daxuyaniya xwe de weha dibêje:
 
“Bi vê xebatê û bi vî şêweyî, bi rênîşaneriya heqîqet, belge û agahî-zanînê; bi hêz û palpiştiya dîmen, wê xwegihandina civakan pêk bê û wê ev hemû bi gewde bibin; wê veguherin nirxan, wê tiştên qewimî di bîra civakî de bêne neqişandin û bi vê, wê hetahetayî bimînin. Di heman demê de wê ev yek têra xwe bi kêra rastnivîsandina dîrokê were.
 
Ji bo ji nû ve civakbûneke azad, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêk bê û di vê çarçoveyê de ji bo tevahî heqîqetên hatine tepisandin û belovajîkirin bêne eşkerekirin, komîna me xwe berpirsiyar dibîne û bêşert û merc xwe dide ber vî kar û barî. Belgekarî tenê bi dayîna daxuyaniyan bi sînor nîne. Di her qada civakê de bîr û hafizayê çêdike, perwerdekarî û rêzaniyê dike ango xwe dide ber barê civakbûnê. Di heman demê de, ew berhemeke hestyar e; cîhana wijdan û zêhniyetê ya civaka demokratîk pêk tîne, baş dike, ava dike. Ev rastiyên ku qala wan têne kirin, sedem û gerek in; da ku xebatên belgekariyê bêhtir bi bandor, berfireh, rêxistinî û hostayî bêne kirin.
 
Bi vê armancê, em radigihînin ku em bi navê Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara weke beşekî rêûresma ragihandina azad di lêgerîn û têkoşîna dijwar a heqîqetê de cihê xwe digirin.”
 
Her wiha Komîna Dokumanteran a Şehîd Gulîstan Tara bi daxuyaniya xwe da zanîn ku komuna wan bi kedeke mezin bi xebateke 8 salan rêze-dukumanterekî 90 beş ê bi navê “Vejîna Kurd” li ser dîroka PKK’ê bi Kurdî û Tirkî weke du versiyonan amade kiriye û mizgînî dide ku wê ev berhema giranbuha di demeke nêz de li pêşberî temaşevanan be.