
Hevşaredar Nuriye Aslan sewqê girtîgeha Bunyanê hat kirin
- 20:44 21 Sibat 2025
- Rojane
MERSÎN - Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Aslan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, endama meclîsa şaredariyê Neslîhan Oruç sewqê girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hatin kirin.
Di 10’ê Sibatê de hevşaredarên Akenîz a Mersînê yên DEM partiyê, Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan, endamên meclîsa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan oruç û Hîkmet Bakirhan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin.
Hevşaredara Akdenîzê Nuriye Aslan ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, endama meclîsa şaredariyê Neslîhan Oruç ji girtîgeha Kampus a Tarsuzê sewqê girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hatin kirin.