
Şaredariya Peyasê bernameya 8'ê Adarê eşkere kir
- 10:16 22 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!” bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê amade kiribû aşkera kir.
Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê, bi dirûşma “Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!” bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir. Li gor çarçecoya bername hatiye amade kirin, wê 10 rojan bigire û di vî 10 rojan de çalakiyên mîna civînên jinan, hatina ba hev, piştevanî û her ji van cihêtir wê pêk bê.
Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê daxuyaniya ku dan ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî wiha ye: “Bi dirûşma ‘Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin!’ me 3 meh berê dest xebatên amadekariya 8'ê Adarê kiribûn û gav avêtibûn. Divê em jin li qadan hîn bêhtir dengê xwe bilkind û berz bikin. Ji ber vê di çarçoveya bernameya ku me amade kiriye, em hemû jinan vedixwînin kombûnên xwe yên hevgirtinê û em bi hev re hevgirtinê mezin bikin!”
Bername wiha ye:
22.02.2025 Seat: 13:00'an Li Gundê Serap Guzelî Civîna li gel jinan
25.02.2025 Seat: 14.30'an Jin Sûka Keda Jinan Tên Ba Hev
26.02.2025 Seat: 13:00'an Jin li 500 Ewlerê Tên Ba Hev
26.02.2025 Seat: 15:00'an Jin li Navenda Jiyanê ya Jinan Dicivin (Li Atolyeya Rewşenê-Barış Bilgi Evi)
27.02.2025 Seat: 13:00'an Jin li Atolyeya Hunerê Dicivin
28.02.2025 Seat: 13:00'an Li Atolyeya Hunerê bi dirûşma “Em hene, Em Piştgiriyê Didin Hev!” Dicivin
03.03.2025 Seat: 14:00'an Li Atolyeyên Tekstîlê Civîna Piştevaniyê (Taxa Peyasê)
03.03.2025 Seat: 14:00'an Li Atolyeyên Tekstîlê Civîna Piştevaniyê (Taxa Huzurevleriyê)