
Têkoşîna jinên kurd û Îranî didome
- 12:03 22 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber zîhniyeta paşverû ya çanda baviksalarî û sîstemên mêtinger a li nav sîstema rejîma Îranê, derfet û çavkaniyên heyî bi awayekî adilane nayên belavkirin. Her ku diçe zext, êriş û tundiya li hemberî jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêdetir dibe. Lê tevî vê jî têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadiyê berdewam e.
Nêzîkî 3 sal û nîv di ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku bi pêşengtiya jinên Kurd berbelavî cîhanê bû re derbaz dibe. Lê hîna êriş û tundiya zihniyeta mêrsalar û kevneperest a rejîma Îranê li beramberî jin û civakê berdewam e. Di her şêwaz her firsetekê de êrîşî jinan tê kirin.
Serokê Komeleya Nehiştina Xwekuştinên Jinan li Îranê Hemîd Yaqûb got: “Di sala 2022’yan de ji sedan 32.8’ê jinên malê neçarî xwekuştinê hatin kirin ku ev yek ji sêyan yekê bûyerên xwekuştinê pêkdianî. Her wiha li gorî sala 2016’an nêzîkî ji sedan 51 zêde kiriye. Di sala 2022’yan de zêdetirî 6 hezar û 900 kes dawî li jiyana xwe anîne ku ji sedan 32’ê vê rêjeyê jinên karker pêkdianî. Rêjeya herî bilind ji sedan 18.7 li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev jî salane dike zêdetirî 2 hezar kesan ku di rêjeyek zêde de jinin. Li gel vê jî ev kesane piranî dibin temenê 50 salî dene.
Îran di nava wlatan de yê 160'emîn e ku jin lê zêde tên kuştin
Li gorî rayedarên Îranê rêjeya rêgirîkirina buyerên xwekuştinê ji sedan 3.4 e. Di heman demê de di nava welatên cîhanê de Îran di warê buyerên xwekuştinê de di rêza 160’emîn deye ku ev rêje her sal zêde dike. Wek mînak di sala 2011’yan de ji sedan 4.7, di sala 2022’yan de ji sedan 8.1, di sala 2023’yan de ji sedan 8.9 û di sala 2024’an de jî ji sedan 9.7 bû.
Di sala 2024'an de 182 jin li Rojhilat û Îranê hatine kuştin
Her wiha li gorî Rêxistinên Mafê Mirovan, di sala 2024’an de nêzîkî 182 jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin. Ji sedan 28’ê wan bi hinceta namûsê ji aliyê malbata xwe ve hatine qetilkirin. Her wiha di mena Çileya îsal de jî nêzîkî 18 jin li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin qetilkirin ku piraniya wan ji laiyê kesên nêzîkî xwe ve hatin qetilkirin.
Buyerên piraniya xwe di nava malê de rû didin, sedema wê dighije pirsgirêkên nava civakê de; qeyrana aborî, sîstema hikûmraniya rejîma Îranê û têkçûna binesaziya aboriya welat. Rejîma Îranê ne wekhevî û rêgezperestiyê li welatê xwe belavkiriye. Ji ber zîhniyeta paşverû ya çanda baviksalarî û sîstemên mêtinger, derfet û çavkaniyên heyî bi awayekî adilane nayên belavkirin. Daxwazên gel bi taybetî jinên Kurd û Îranî pêk nayên û di dawiyê de nexweşiyên derûnî û civakî yên wekî depresyon, nîgeranî û îzolebûna civakî, qetilkirina jinan, darvekirina jinan û zext û zordariya li ser wan derdikevin holê û belav dibin.
Li dijî zextan têkoşîna jinan didome
Li dijî zextên rejîma Îranê û zîhniyeta kevneperest a civakê, têkoşîn û xebatên jinan berdewamin, beramberî neheqî û zilmê berxwedanê dikin. Weke têkoşîn û berxwedana girtiyên siyasî yên jin ên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku ji ber xebatên xwe yên mirovî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin û Zeyneb Celaliyan jî bi cezayê heta hetayê hatiye mehkûmkirin. Ev jin bûne çavkaniya îlham û berxwedanê, ev der jî ji bo jinên din ên li girtîgehê û li derve têkoşîna xwe didomînin, bûne qada perwerdeyê.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (World Health Organization), li cîhanê her sal 726 kes dawî li jiyana xwe tînin ku jin jî di nav de hene. Ev yek karesatek civakî û mirovî ye ku bandorê li malbat û civakê dike û bandorek demdirêj li ser kesên rizgarkirî jî dihêle.