Fatma Înce: Em ê aştiyeke bi rûmet pêk bînin
- 09:03 8 Sibat 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL-Endama Lijneya Rêveberiya SODAP’ê Fatma Înce der barê kampanya ‘ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ ya ku HDK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dabû destpêkirin de axivî û got: “HDK ji bo aştiyeke bi rumet xebatên girîng dimeşîne. Emê zemînên têkoşîna hevşar a aştiyeke bi rumet û hilweşandina desthilatdariyê ava bikin.”
Kongreya Demokrtîk a Gelan (HDK) deklerasyona kampanya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ di 16’ê çile de kir. Di serî de jinan û nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan metna kampanyayê îmze kirin û piştgirî danê. Endama Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce der barê kampanyayê de axivî.
Fatma Înce da zanîn ku HDK ji bo aştiya bi rumet xebatên watedar dimeşîne û got kampanya ketiye rojeva aliyên cuda. Fatma Înce got HDK bi aliyên cuda re tê gel hev û ev girînge. Fatma Înce wiha got: “Civînên bi Elewiyan re tên kirin, civînên bi jinan re tên kirin û her wiha bi aliyên din yên civakê re hatina gel hev girînge û hêzên muxalefeta civakî rêxistin dike. Ev girînge. Divê dînamîkên cuda vê lêpirsîn bikin. Em demek wisa de ne. Pêvajoya 2014’an berê hatibû jiyîn. Hewldanek çareseriyê hebû. Lê wê demê faşîzm mayînde bû.”
Fatma Înce der barê hewldanên li Sûriye û Rojhilata Navîn de jî axivî û wiha domand: “Bi geşedanên navneteweyî re faşîzm mayînde bû. Hawireke ku tê de behsa aştiyê tê kirin û îmkanên çareseriyê di hawîrdora çewisandinê de peyda dibin. Dînamîkên têkoşînê yên li vir û zextên ku bi salan li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê kirin, bi ser neketin û destkeftiyên li vir hem li Rojhilata Navîn hem jî li van xakan ên erdnîgariya me gelekî girîng in. Di vê pêvajoyê de em di rewşeke siyasî de ne ku ji aliyekê ve zext û zora hikûmetê li ser hemû pêkhateyên muxalefeta civakî tê kirin û ji aliyê din ve aştî û aştiya bi rûmet pêk tê.”
‘Divê bi têkoşîna hevpar zemîn bi her kesî re bê pêşxistin’
Famtama Înce da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê li hember hemû aliyên muxalîf êrîşan dimeşîne û wiha vegot: “Li hember Baroya Stenbolê êrîş pêk hat. Em êrîşên li ser gelek saziyên çapemeniyê yên ku siyasetê hildiberînin jî dibînin. Di rastiyê de em êrîşên dijwar ên li ser hêzên demokrasiyê yên şoreşger jî dibînin û dijîn. Ji ber ku hikûmet êrîşên pir dijwar diafirîne, di warê dînamîk de derfetên hevpar û polîtîkayên hevpar hene ku wê vê hikûmetê hilweşîne. Pêwîste li dijî êrîşên faşîzmê bi gelek beşên cuda di nava têkoşîneke hevpar de demokrasî were pêşxistin û aştiyeke bi rûmet were avakirin. Ji aliyekî ve em di bin hilweşîneke mezin a aborî de ne. Jîngeheke felaket a ku ji ber hilweşîna aborî hatiye afirandin heye û girîng e ku çîna karker di têkoşîna kedê de bi ser bikeve. Hem têkoşîna çînî, hem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, hem jî têkoşîna hemwelatiya wekhev a Elewiyan û têkoşîna hevpar a hemû beşên civakê yên li dijî faşîzmê daxwaza azadiyê dikin, divê bên pêşxistin.”
‘Em ê aştiyek bi rumet ava bikin û desthilatdariyê hilweşînin’
Fatma Înce bi lêv kir ku axaftina aştiyê û avakirina aştiyê girînge û wiha berdewam kir: “Pir girîng e ku mirov behsa aştiyê û polîtîkayên girêdayî wê bike. Pir girîng e ku ev yek bi gelek beşên civakê re were nîqaşkirin û ev beşên cuda bibin mijarên ku aştiyê ava bikin. Di vî warî de kampanyaya 1 milyon îmze ya Kongreya Mafên Demokratîk a ji bo aştiyê pir watedar e. Em jî wek pêkhateyên sosyalîst vî karî dimeşînin. Me weke Kongreya Demokratîk a Mafên Mirovan behsa hilweşandina aborî kir. Li dijî vê jî kampanyaya me heye. Me li vir daxwazên gelek konkret ên wekî 'Mafê her kesî yê heqdestê jiyanê heye' kirin. Û yek ji daxwazên herî girîng jî eşkerekirina bûdceya ku ji bo şer hatiye veqetandin e. Ji bo mirovên kedkar, em ê li dijî hawîrdora pevçûn, şer, nîjadperestî û şovenîzma ku em tê de dijîn ji aliyê desthilatdaran ve çawa tê afirandin, têbikoşin. Li hemberî vê yekê em polîtîkayeke ku hikûmetê hilweşîne, aştiya bi rûmet ava bike û şovenîzma karker û kedkarên hemû beşan bişkîne, ava dikin.”
‘Têkoşîna me wê bidome’
Fatma Înce dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em sosyalîst têkoşîna azadiya gelê Kurd girîng dibînin. Bi vî awayî wê aştî, azadî û wekhevî bê ser vê axê. Em sosyalîst ji bo têkoşîna yekbûyî ya bindestan hewl didin. Em girîngiyê didin têkoşîna hevpar. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.”