![](/staticfiles/news/251018/2025/02/08/823x463cc-mrsn-08-02-25-mersin-mitinge-cagri-perihan-koca-manset.jpg)
Mêrsîn ji bo mîtînga azadiyê amade ye
- 10:18 8 Sibat 2025
- Rojane
MÊRSÎN -Endamên DEM Partiyê diyar kirin ku mîtînga wê li ser detayên çareseriya pirsgirêka Kurd û hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bên nirxandin, xwedî wate û girîngiyeke mezin e û bang li welatiyan kirin ku tevli mîtînga azadiyê ya sibe wê li Mêrsînê bê lidarxistin.
Xebatên Mîtînga Azadiyê ya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê di 9'ê Sibatê sibe saet 14.00'an de li Qada Tevfîk Sirri Gul a Kevin a bi şîara "Ji Aştiyê re Azadî" bê lidarxistin, bi rojan e dewam dikin. Ji bo mîtînga ku amadekarî di qonaxa dawîn de ne, DEM Partî, DBP û Dayikên Aştiyê li taxên Mêrsînê broşur baelav kirin, esnaf ziyaret kirin û welatî vexwendin mîtînga mezin a roja Yekşemê wê bê lidarxistin. Tê payîn ku di mîtînga ji niha ve rastî eleqeyeke mezin tê, der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û pêvajoyê de peyam bên dayîn.
Têkildarî mîtînga ku wê welatiyên ji bajarên derdorê jî beşdar bibin, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca û Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş, bal kişandin ser girîngiya mîtîngê û hemû welatî vexwendin mîtînga ku dê sibê bê lidarxistin.
'Ev mîtîng girîng e'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya navçeya Mêrsînê Bedriye Kuş têkildarî girîngiya mîtîngê de ev tişt got: “Di dema ku şerên li ser Rojava, qetilkirina mafên sivîlan, barîna bombeyan li ser mafên sivîlan dewam dikir, pêvajoyek hat destpêkirin; Bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hat. Pêvajoyek bi navê 'pêvajoya çareseriyê' dest pê kir. Ya rastî em nikarin bibêjin pêvajoyeke temam e, em dikarin bibêjin ku gavek hatiye avêtin. Ji bo ev pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, ji bo Birêz Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe û girtiyên siyasî bên berdan, li sê herêman mîtîng tên lidarxistin. Em 9’ê Sibatê roja Yekşemê li Mêrsînê bi beşdariya Hevseroka xwe Tûlay Hamîtogûllarî, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên me mîtînga ji bo aştiyê azadî li dar dixin. Mîtînga ku em ê li dar bixin ji bo bersivdayîna pêvajoyê girîng e. Tevlîbûna hemû pêkhateyên Mêrsînê, sosyalîst, çepgir, partiyên siyasî, hêzên ked û demokrasiyê û jinan girîng e. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê mîtîngê. Werin em bi hev re aştî û azadiyê biqîrin. Ji ber ku herêmî ye , gel çiqasî bi beşdariyeke mezintir banga aştiyê bike, wê ewqasî bersivê bide pêvajoyê."
Xebatên ji bo aştiyê dewam dikin
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî da xuyakirin ku piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, ji bo avakirina bingeheke aştiyê çalakiyên weke civîn û mîtîngan tên lidarxistin û got, "Niqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ên ji 1'ê Cotmehê ve hatin destpêkirin, di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de dewam dikin. Di vê pêvajoyê de di hevdîtinên birêz Ocalan, bi biraziyê wî û heyeta DEM Partiyê ji raya giştî, partiyên siyasî, partiya me û aktorên vê pêvajoyê re gelek peyam û bang hatin kirin. Di her du hevdîtinên ku hatin kirin de ev bang bi aliyên pêwendîdar û raya giştî re hatin parvekirin. Têkildarî van peyaman DEM Partiyê jin, dayik, gelê Kurd û gelek derdorên demokrasiyê diyar kirin ku divê guh bidin van bangawaziyan, pirsgirêka ku dewlet tîne ziman encax bi avêtina gavên destpêkê yên ji bo jiholêrakirina van pirsgirêkan pêkan e û ji ber vê yekê ne tenê bangên devkî, gavên berbiçav divê bên avêtin. Me berê jî li gelek cihan civîn û hevdîtin li dar xistin. Civînên me yên gel li 42 cihên cuda berdewam dikin. Banga ji bo çareseriyê tenê bi bangawaziyan wê nemîne; Em ji bo avakirina zemînek ji bo diyalog û danustandinanku îro wek pirseka dîrokî û civakî tê îfadekirin û avakirina aştiya civakî em kom dibin û konferansan li dar dixin. Piştî Stenbol û Amedê em li Mêrsînê jî amadekariya mîtîngê dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku tevli Mîtînga Azadî û Aştiyê bike ji bo şer bi dawî bibe, êrîşên li ser gelê Kurd, sûcên şer û qetlîamên li dijî sivîlên Rojava û Tişrînê bên bidawîkirin."
'Mîtîng ji bo pêvajoyê xwedî wate û girîngiyeke mezin e'
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest di mîtînga ku ji bo aştiya civakî tê lidarxistin de welatiyan daxwazên xwe biqîrin û wiha got: "Em di pêvajoyeke wiha de ne ku zexta şer li cîhanê û Rojhilata Navîn zêde dibe, li Sûriyeyê piştî 13 salan hevsengiyeke nû hatiye avakirin û ev zext ji aliyê desthilatdar û hêzên emperyalîst û hemû beşên civakî ve tê hîskirin. Tirkiye jî ji vê pêvajoya krîtîk bêpar nîne. Ev pêvajoya bê nav û deng dikare bi têkoşîna gelan rê li ber muzakerên demokratîk û aştiyeke mayînde û bi rûmet a pirsgirêka Kurd veke. Di vê kêliya krîtîk de mirov bikaribe ji êşên ku zêdetirî 40 sal in bersivê bigire û vê qîrîna ji bo aştiyê civakî bike, xwedî wateyek pir cuda. Bi vê berpirsyariyê re mîtîngên aştiya civakî û azadiyê bi awayên cuda tên organîzekirin. Mîtînga li Mêrsînê jî vê wate û girîngiyê di xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê em hemû pêkhateyên civakî, gel, bawerî, jin û kedkaran vedixwînin mîtînga 9’ê Sibatê roja Yekşemê ku wê li Mêrsînê bê lidarxisitn."