‘Heta ji bo Rojînê edalet pêk bê em ê têkoşînê bidomînin’

  • 09:02 8 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
Rabîa Onver
 
WAN-Yek ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Zeynep Demîr mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş nirxand û got dozgerê nû tayînê dosyayê bûye geşedandeke bi hêvî di dosyayê de ye û got wê heta dawiyê ji bo dosya Rojîn Kabaîş têbikoşin.
 
Xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a 21 salî ku bi guman jiyana xwe ji dest da 114 roj di ser mirina wê re derbas bûn û hîna mijara nehatine ronîkirin. Biryara veşariyê ya li ser dosyayê didome û rayedaran li dijî pirsan çav û guhên xwe girtine. Herî dawî dozgerê duyemîn tayînê dosya Rojîn Kabaîş hat kirin.
 
 Yek ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Zeynep Demîr der barê dosyayê de axivî.
 
‘Mirina Rojîn Kabaîş bi guman e’
 
Zeynep Demîr da zanîn ku li Tirkiyeyê der barê cînayetên jinan de lêpirsînên bi bandor nayên meşandin û mirinên biguman jî bi polîtîka bêcezahiştinê bi encam dibin. Zeynep Demîr wiha vegot: “Doza Rojîn Kabaiş jî mirina bi guman a jinekê ye. Em dibînin ku pêvajoyek ji bo afirandina feraseta întîxarê ku ji destpêka dosyayê ve tê meşandin, hatiye meşandin.  Di vê qonaxê de em dibînin ku pirtûka ku wek pirtûka Rojîn xwenda hatiye pêşkêşkirin û di destpêka dosyayê de bi hin saziyên çapemeniyê re hatiye parvekirin, bi rastî pirtûkek beriya bi mehan ji pirtûkxaneyê hatiye girtin. Bi vê nêzîkatiyê re rastî hewldana têgihiştina ka çima dosyaya Rojîn întîxar kiriye yan jî çima întîxar kiriye, biafirîne. Em dibînin ku ev ne dîtinên rast in û ew ji bo hin lêgerînên Google têne serwîs kirin. Em li dijî afirandina têgihiştinên wiha derketin dema ku di kîjan  dîrokê de, kîjan pêvajoyê, û çawa ev lêgerînên Google hatine bidestxistin tune."
 
‘Em tayînkirina dozgerekî nû erênî dibînin’
 
Zeynep Demîr diyar kir ku dosya ji parêzeran veşartî tê meşandin û wiha vegot: “Niha dozgerek nû hat tayînkirin û ev encama bertekên me de hat tayînkirin. Ev hêviyê dide me û em wek geşedanek erênî dibînin.li zanîngehan xwendekar binpêkirinên mafan re tên rû hev. Piştî mirina Rojîn Kabaîş her kesî got divê hîn xesastir nêzî xwendekaran bibin. Ne tenê ji bo Rojînê ji bo hemû xwendekaran xetere heye. Di vir de hukmên parastin û tedbîran dertên holê. Bi Peymana Stenbolê re peywirê li dewletê bar dibin hene.”
 
‘Gotina întîxar kiriye li dijî hiqûqê ye’
 
Zeynep Demîr daxuyakirin ku ji destpêka dosyayê de gotin Rojîn Kabaîş întîxar kiriye û heta ku di dosyayê de delîl tunebin, wek întîxar an jî cînayet nirxandin ne ras te û wiha vegot: “Ne raste em bêjin întîxare an jî cînayete. Ji ber divê lêkolînên heyî bên kirin. Piştî hemû kêmasî hatin kirin tespîtkirin wê di alî hiqûqî de rast bin. Gotina întîxarê li dijî hiqûqiyê. Kêmasiyên di dosyayê de hatin nirxandin. Kêmasî hatin ragîhandin. Dozgerê nû hat tayînkirin. Pêvajo wê hîn bêtir bi bandor bê meşandin.”
 
‘Em ê şopdarê dozê bin’
 
Zeynep Demîr wiha dawî lê anî: “Divê astê de em navenda Mafên Mirovan a Jinan a Baroya Wanê û rêxistinên jinan ên Wanê  dosyayê dişopînin û em ê şopdarê pêvajoyê bin. Heta ku ji bo Rojîn Kabaîş edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”