Meşa Dirêj di roja 18’emîn de berdewam dike
- 20:47 7 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşvanên Meşa Dirêj di roja 18’an de bi gelê Amiensê re derbas kirin. Meşvanan banga beşdarbûna çalakiya mezin a ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kirin û gotin: "15’ê Sibata îsal wê bibe destpêka rojên ronî.”
Meşa Dirêj a ji bo 26 rojan ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê det pê kir, di roja 18’an de dewam dike. Meşvanên Meşa Dirêj li qada Maison de la Culture ya bajarê Amiens ê Fransayê bi Kurdistanî û dostên wan re hatin ba hev. Girseya ku li qadê kom bû, bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê meşa xwe dewam kirin.
Çalakvanên Partiya Komunîst a Fransayê jî beşdarî meşê bûn û çalakî bi coşeke mezin dewam kir. Di meşê de belavokên li ser armanca meşê hatibûn amadekirin li gel hatin belavkirin. Şêniyên bajêr eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan dan. Di meşê de dirûşmên “Biji Serok Apo", "Biji berxwedana Rojava", "Biji berxwedana QSD’ê” û "Biji berxwedana Tişrînê" hatin berzkirin.
Meş li pêşiya gara Amiensê bi dawî bû û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:“Meşa me roja 21’ê Çileyê li Lorientê dest pê kir û roja 18’an li bajarê Amiensê ne. Em bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Bi beşdarbûn û berzkirina dirûşmeyan we moral da me. Armanca çalakiya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di van demên dawî de geşedanên girîng diqewimin. Em bi bawerî û biryardariyeke mezin çalakiya xwe didomînin. Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê dawî li çalakiya xwe bînin. 15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd weke ‘Roja reş’ tê dîtin. Em di wê baweriyê de ne ku wê 15’ê Sibata îsal li Strasbourgê bibe destpêka rojên ronî. Wê Rêber Apo bangawaziyeke dîrokî bike. Em di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê li benda gelê Kurd û dostên Kurdan e. Çalakiya me di roja 19’an de wê li Chaunyê dewam bike. Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bên ba hev.”