Ji bo mîtînga ‘azadiyê’ ya Mersînê bang
- 21:08 7 Sibat 2025
- Rojane
MERSÎN- Ji bo mîtînga ‘ji bo azadiyê aştî’ ya wê 9’ê sibatê de li Mersînê pêk bê, li navçeyan serdan hatin kirin û welatî vexwendiyê mîtîngê hatin kirin.
Ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve wê 9’ê Sibatê de li Mersînê bi dirûşmeya ‘ji bo azadiyê aştî’ wê mîtîng pêk bê. Xebatên ji bo mîtîngê didomin. Ji bo mîtînga wê li ber Stadyuma Tevfîk Sirri Gur ya berê pêk bê, li Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Mezîtlî û Tarsusê xebat hatin meşandin û gel vexwendiyê mîtîngê hat kirin.