Li Mêrdînê serdegirtina malan

  • 10:11 7 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN – Li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Polîsan danê sibehê li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de deriyên malan şikandin û Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Nisêbînê ya berê Ziynet Algan, Mîthat Yilmaz û Lokman Aslan jî di nav de gelek kes binçav kirin. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.