![](/staticfiles/news/250959/2025/02/07/823x463cc-drs-07-02-25-birsen-orhan.jpg)
Ji Bîrsen Orhan re cezayê talûkeya nêz
- 11:54 7 Sibat 2025
- Hiqûq
DÊRSIM –Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi hinceta bertek nîşanî qeyûm daye, 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Doza ku der barê Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin de, bi hinceta pirtûka "Destpêkirina Jineolojiyê" ya ku li Weşanxaneya Aramê biryara desteserkirinê heye û axaftinên ku di dema çalakiya qeyûman de kirî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Dêrsimê hat dîtin.
Bîrsen Orhan beşdarî danişînê nebû, lê parêzerên wê Fatma Kalsen, Enver Erdal Şîmşek û Kenan Çetîn amade bûn. Dozger Bîrsen Orhan bi hinceta ku pirtûka Jineolojiyê ya Weşanên Aramê ku hatiye desteserkirin teşwîq kiriye û bi îdiaya "Bi eşkereyî ji bo sûc gel tehrîk kiriye" sûcdar kir. Her wiha daxwaz kir ku ji ber bikaranîna gotinên “dagirkerî” û “têkoşînê” di axaftinên xwe yên di dema xwepêşandanên qeyûm de bên cezakirin.
Heyeta dadgehê biryara beraeta Bîrsen Orhan ji bersûcê yekem da, axaftinên wê yên di dema çalakiya qeyûman de weke "talûkeya nêz" dît û 5 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê biryara taloqkirina eşkerekirina biryarê (HAGB) da.