Li Mêrdînê serdegirtina malan 2025-02-07 10:11:05       MÊRDÎN – Li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan ên danê sibehê de gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan danê sibehê li navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de deriyên malan şikandin û Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Nisêbînê ya berê Ziynet Algan, Mîthat Yilmaz û Lokman Aslan jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.