Oznur Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
- 11:58 7 Sibat 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Îfadeya Oznûr Deger a di saetên sibehê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin, hat girtin. Oznur Deger a ku mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî dê sewqî edliyeyê bê kirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê danê sibehê bi ser mala nûçegihana me Oznur Deger de girt. Di serdegirtinê de deriyê malê hat şikandin. Oznur û malbata xwe lêdan xwarin.
Oznur Deger a ku bi kelepçeya berovajî hat binçavkirin, li midûriyeta polîsan îfadeya wê hat girtin. Ji Oznûr Deger, nûçeyên wê yên li ser medyaya dîjîtal û parvekirinên wê yên derbarê Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ku di 19'ê Kanûnê de dema nûçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, hat pirsîn.
Oznur Deger di dema binçavkirinê de li hemberî lêdanê mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî.
Hat hînbûn ku Oznur Deger dê di nava rojê de sewqî edliyeyê bê kirin.