Li Bedlîse ji bo Pinar Gultekîn daxuyani hat dayîn

  • 17:02 6 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
BEDLÎS – TJA, li Bedlîsê derbarê biryara Dadgeha Bilind a têkildarê doza Pinar Gultekin de daxuyaniyek da û got: "Ji bo Pinar Gultekîn û hemû jinên hatine qetilkirin em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Mafê jinê yê jiyanê nayê muzakerekirin, edalet li gorî berjewendiyên zilam nayê avakirin." 
 
Di 16’ê tîrmeha sala 2020’an de li Muglayê ji xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn agahî nehatibûn girtin û di 21’ê tîrmehê de derket holê ku ji hêla Cemal Metîn Avci ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Cemal Metîn Avci piştî cînayetê hatibû girtin. Dadgeha Bilind cezayê ku derbarê Cemal Metîn Avci de muebet a giran hatibû dayîn betal kir. Daraz bi hinceta ‘tehrîqa neheq', diyar kir ku kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avci, plansaziya kuştinê nekiriye, bi hestên canewarî tevnegeriyaye û tenê bi eziyetê kuştiye. Derbarê mijarê de li Xîzana Bedlîsê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek da. 
 
Daxuyanî li goristana Gayda ya Xîzana Bedlîsê daxuyanî da. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Jinan a Starê, MEDYA-DER, MEBYA-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Serhatê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan e jiyanê ne kuje” hat vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partî ya Tetwanê Nûrdan İlbasan ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kuştina Pinarê wek hestên canewerî nanirxînin. Derdek wan a pêkanîna edaletê nîne. Ev biryar hewl dide ku rê li ber têkoşîna jinan bê girtin. Li Tirkiyeyê her roj jin bi rêbazeke wahşî tên qetilkirin. Daraza ku kujeran diparêze cesarete dide mêran. 
 
Jinên Kurd di nava wan kesên ku herî zêde bêhiqûqiyê dibînin de ne. Li aliyekê bi tundiya mêr têdikoşin, li aliyê din jî bi polîtîkayên zext û bêcezakirinê yên dewletê re rû bi rû ne. Kuştina jinan li Kurdistanê ne tenê bûyerên takekesî ne; Ev parçeyek ji şîdeteke sîstematîk e. Jin yan dibin hedef û hewl didin wan bêdeng bikin, yan jî ji aliyê daraza ku sûcdaran diparêze deriyên edaletê tên girtin. Ev biryara Dadgeha Bilind encama fermana serdestiya mêr e ku mafê jiyanê yê jinan paşguh dike û em vê yekê qet qebûl nakin! Em vê bêhiqûqiyê nas nakin! 
 
Ji bo Pinar Gultekîn û hemû jinên hatine qetilkirin em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Mafê jinê yê jiyanê nayê muzakerekirin, edalet li gorî berjewendiyên zilam nayê avakirin." 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.