![](/staticfiles/news/93260/2018/10/10/823x463cc-v-09-10-2018-seda-taskin-durusmasi-yarin.jpg)
Dadger li Seda Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
- 14:59 10 Cotmeh 2018
- Hiqûq
MÛŞ - Dadgehê li Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a girtî tê darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin li Mûşê hat dîtin. Heyeta dadgehê 7 sal û 6 meh ceza li Seda birî. Sedayê di 20'ê Kanûna 2017'an de bi îdîaya “der barê wê de îxbar heye" hatibû binçavkirin. Di 22'ê Çile de Seda Taşkin hatibû girtin û girtî tê darizandin. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê li Taşkin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.