
Li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê
- 11:33 29 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo amadekariya 3'yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.
4’ê Cotmehê li Silêmaniyê, ji bo amadekariyên 3'yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin.
Piştî du konferansên neteweyî yên jinên Kurd ku li Amed û Hewlêrê hatin lidarxistin, niha jî jinên Kurd ên her çar aliyên Kurdistan û Ewropayê amadekariyên 3'yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd dikin. Di vê çarçoveyê de biryare roja 4’ê Cotmehê li Silêmaniyê Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.
Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd roja 27’ê Îlonê li Silêmaniyê ji bo giftûgokirina li ser amadekariyên Sêyemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, civiyabûn.
Di wê civînê de biryar hat dayîn ku roja 4’ê Cotmeha 2025’an Konferansa Yekitiya Jinên Başûrê Kurdistanê were lidarxistin. Ev konferans wê di çarçoveya amadekariyên 3'yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de bê lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd di sala 2010’an de li Ameda Bakurê Kurdistanê û konferansa duyemîn jî di sala 2012’yan de li Hewlêrê hatibû lidarxistin. Tê gotin, dibe ku konferansa sêyemîn li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin.