Doza faîlê Dîlara Gunana hate taloqkirin

  • 15:21 29 Îlon 2025
  • Hiqûq
 
XARPÊT - Danişîna doza Volkan Kaplan ku Dîlara Gunana qetil kiribû, taloqî 5’ê Mijdarê hate kirin. Platforma Jinan a Xarpêtê got ku dê ji bo edaletê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Dîlara Gunana (25), di 4’ê Gulana 2024’an de winda bû û cenazeyê wê 8 roj piştre li gundê Sedeftepeyê girêdayî navenda Xarpêtê bi awayekî definkirî hate dîtin. Danişîna duyemîn a qetilkirina Dîlara Gunanayê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê hat lidarxistin. Di dozê de Volkan Kaplan ji ber sûcê “kuştina biqesdî” weke faîlê girtî û dayik û bavên wî jî ji ber sûcê “şirîkatiya sûc” negirtî tên darizandin. Faîl Kaplan û dayik û bavên wî, dayika û bavên Dîlara Gunanayê û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Platforma Jinan a Xarpêtê jî weke temaşevan beşdarî danişînê bû. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, bavê Dîlara Gunana Fevzî Gunana axivî û got ku keça wî bêyî winda bibe bi wî re axiviye û jê re gotiye ku bi malbata Volkan Kaplan re ye. Gunana, diyar kir ku faîl nikare bi tena serê xwe vê cînayetê bike û xwest berpirsyar bên cezakirin. Dayik Zeycan Gunanaê jî got ku faîl tevî malbata xwe keça wê qetil kiriye û xwest berpirsyar bên cezakirin. 
 
Parêzerên malbata Gunanayê jî di parastinên xwe de diyar kirin ku ew îfadeyên şahidan qebûl nakin û xwestin endamên malbatê yên negirtî tên darizandin jî bi awayekî girtî bên darizandin. 
 
Danişîna dozê, ji bo guhdarîkirina şahidan taloqî 5’ê Mijdarê hate kirin. 
 
Daxuyanî hat dayîn  
 
Platforma Jinan a Xarpêtê piştî danişînê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji bo Dîlarayê edalet”, “Neparêze, bidarizîne, 6284’ê cîbicî bike”, “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Ne jiyana me bila patrîarkal hilweşe” hatin hilgirtin û dirûşmên “Cînayetên jinan polîtîk in” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” berz kirin. Parêzer Kader Arat di daxuyaniyê de got ku ew ê heta dawiyê dozê bişopînin. 
 
‘Dê têkoşîn bidome’  
 
Berdevka Platformê Esîn Coşkun jî got ku tiştên bi serê Dîlarayê hatin meseleya wan tevan e û got: “Dema edalet pêk nehat û cezayên giran nehatin dayin, mêr dîsa tundî û sûc diafirînin. Cînayetên jinan polîtîk in. Em ji bo hemû jinên hatine qetilkirin edaletê dixwazin. Tekane tişta em ji bo Dîlarayê dixwazin edalet e. Em jin, xwedî li jiyan, xeyal û lêgerîna edaletê ya hev derdikevin. Dîlarayê û têkoşîna wê ji bîr nekin. Em ê nedin jibîrkirin. Em ji bo mafê hemû jinan edaletê dixwazin.”
 
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.