
Ji 4 bajaran girseya gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
- 11:08 3 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ji bo tevlî nobeda li Bendava Tişrînê bibe serê sibehê bi rê ket.
Ji bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê yên kantona Cizirê komeke din ji bo beşdarî çalakiya nobetê bibe, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.
Gel piştî ku li nuqteyên kombûna erebeyan hatin gel hev, bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Tişrînê meşiya.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê, ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire.
Çalakiya nobetê di roja 55’an de bi koma ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê dewam dike.