
Li Hênê hevdîtina jinan
- 17:35 1 Adar 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Hênê di çarçoveya 8’ê Adarê de bernameyên cur bi cur pêk tîne. Di çarçoveya bernameyan de li gundê Şel hevdîtina jinan pêk hat.
Li navçeya Hênê a Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hevdîtina jinan pêk hat. Li gundê Şel hevdîtin pêk hat. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray jî tevli hevdîtinê bû.
Sultan Yaray axaftinek kir û balkişand ser keda jinan a di jiyanê de û piştevaniya jinan. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn jî mafê axafatinê girt û anî ziman ku 8’ê Adarê ne tenê rojek pîrozbahiyê ye sembola têkoşîna azadî, wekhevî û kedê ya jinane. Besîleyê da zanîn ku divê jin her qada jiyanê de bi awayekî xurt cih bigirin.
Hevdîtin bi ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.