Li Hênê hevdîtina jinan 2025-03-01 17:35:45   AMED - Şaredariya Hênê di çarçoveya 8’ê Adarê de  bernameyên cur bi  cur pêk tîne. Di çarçoveya bernameyan de li gundê Şel hevdîtina jinan pêk hat.   Li navçeya Hênê a Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hevdîtina jinan pêk hat. Li gundê Şel hevdîtin pêk hat. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray jî tevli hevdîtinê bû.   Sultan Yaray axaftinek kir û balkişand ser keda jinan a di jiyanê de û piştevaniya jinan. Hevşaredara Hênê Besîle Narîn jî mafê axafatinê girt û anî ziman ku 8’ê Adarê ne tenê rojek pîrozbahiyê ye sembola têkoşîna azadî, wekhevî û kedê ya jinane. Besîleyê da zanîn ku divê jin her qada jiyanê de bi awayekî xurt cih bigirin.   Hevdîtin bi ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.