
Li Reqayê pêşengeha 8'ê Adarê
- 16:23 1 Adar 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Reqayê bi dirûşma "Bi berxwedana jinan huner geş dibe" pêşangeheke wêneyan vekir.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dewam dikin. Bi vê boneyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Kantona Reqayê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeh bi dirûşma “Bi berxwedana jinan huner geş dibe” li Qada Jina Azad a bajarê Reqayê hat vekirin.
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Edalet Omer, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî di vekirinê de amade bûn. Pêşangeh ji aliyê dayika pakrewan Seyîd Qamişlo, Eşwaq El Mihemed ve hat vekirin.
8 jinên ciwan ên ji Reqa û Tebqayê bi 18 tabloyan beşdarî pêşangehê bûne. Pêşangeh ji bo rojekê tenê vekirî ye.