![](/staticfiles/news/251035/2025/02/08/823x463cc-mrk-08-02-25-dfg-mkg-aciklama.jpg)
MKG û DFG: Bêdeng nemînin
- 13:50 8 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG, kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu şermezar kir û bang li hemû saziyên civakî û mafên mirovan kir ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî kuştina rojnameger Azîz Koyluoglu, daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Kedkarên çapemeniya azad li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û çar aliyê cîhanê hewl dide ku heqîqetê bi raya giştî re parve bike. Di şertên herî zor de û tevî hemû rîskan, ketiye pey şopa heqîqetê û hewl dide heqiqetê ronî bike. Di vê rêya heqîqetê de gelek hevalên me şehîd bûn. Hatin binçavkirin û girtin. Tevî hemû êrîş, zext û tundiya îktîdarê ya li dijî kedkarên çapemeniyê jî kedkarên çapemeniyê dest ji vê lêgerîna xwe bernedan. Kedkarên çapemeniya azad gav paşve neavêt û lêgerîna xwe ya heqîqetê berdewam dike.
Kedkarekî din ê çapemeniya azad di êrîşa hewayî de hat kuştin. Tirkiyeyê di 27ê çile de li Navçeya Ranya ya Silêmanyeyê rojnameger Aziz Koyluoglu kuşt. Azîz Koyluoglu, ji destpêka 2000'î heta niha dest bi rojnamegeriye kir û kedkarê çapemeniya azad e. Di her qadê çapemeniyê de ked da. Li Hêwler, Silêmaniyê Kerkuk, Mexmûr’a, Dêrik, Efrîn û gelek bajarên din rojnamegerî kir. Em êrîşa li dijî rojnamegeran û kuştina rojnamegeran şermezsar dikin. Di 6 mehên dawî de 5 hevalên me yên rojnameger hatin kuştin. Tirkiyeyê bi SÎHA'yê di 23'yê Tebaxa 2024an de rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddin li Silêmaniyê hatin kuştin. Di 19'ê kanûna 2024'an de Cihan Bilgin û Nazim Daştan li ser rêya Sirin û Tişrinê di êrîşa SÎHA de hatin kuştin. Gelek hempîşeyên me yên li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî di 7 sibatê de rojnamger Oznur Deger, bi sedema ku wêneyên Nazim û Cihan parve kir hat girtin.
Em bang li hemû beşên civakê, rêxistinen demokratîk û parazvanên mafên mirovan dikin ku li dijî kuştin, girtin û binçavkirina rojnamegeran denge xwe bilind bikin û bêdeng nemînin. Em careke din soz didin ku em ê pênûs, kamera û wênekêşa hevalên xwe yên hatin kuştin û girtin li erde nehêlin. Çapemeniya azad heta niha li dijî tu êrîş, kuştin, girtin û binçavkirinê bêdeng nema, dê ji niha û şûnde jî bêdeng nemîne.”