![](/staticfiles/news/250989/2025/02/07/823x463cc-pexsan-azizi.jpg)
Raportora Taybet a NY’yê: Divê cezayê darvekirinê bê rawestandin
- 18:47 7 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportara Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan a Îranê Mai Sato redkirina ji nûve darizandina Pexşan Ezîzî şermezar kir û diyar kir ku divê ku demildest cezayê darvekirinê bê rawestandin.
Raportara Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan a Îranê Mai Sato li ser platorma X’ê li ser redkirina ji nû ve darizandina Pexşan Ezîzî daxuyaniyek da.
Maî Sato destnîşan kir ku Pexşan Ezîzî ji ber xebatên parastina mafê mirovan ji aliyê Îranê ve hatiye cezakirin û got divê Îran demildest vî cezayî rawestîne.
Parêzerê Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihandibû ku 8’ê Çile de Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarvekirinê yê li Pexşan Ezîzî birîbû erê kiriye.
Parêzerê Pexşan Ezîzî ragihand ku desthilatdarên Îranê dubare darizandina Pexşan Ezîzî redkirine û got: “Jiyana Pexşan dibin metirsiyê deye.”