Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (7)

  • 09:06 7 Sibat 2025
  • Dosya
  
 
Aktîvîsta Kenyayê Njerî Mwangî: Azadiya Ocalan ferz e
 
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîsta Kenyayê Njerî Mwangî der barê komploya 15’ê Sibatê de axivî û got: “Têkoşîna Kurd hêviya siyaseta cîhanê ye. Reqabeta netew dewletan Birêz Ocalan di bloka emperyalîst de dike tehîdek mezin. Azadiya Abdullah Ocalan ferz e.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ku ji 9’ê cotmeha 1998’an dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de ji Kenyayê hat revandin, teslîmê Tirkiyeyê hat  kirin. Tevî 26 sal derbas bû paradîgma azadixwaza  azadiya jinê a demokratîk û fikrên Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan bû modela hêvî ye. Li aliyê din jî tecrîda giran didome.
 
Aktîvîsta Kenyayê Njerî Mwangî der barê rola dewletên emperyalîst a di komployê de û bêdengiya l dijî tecrîdê axivî.
 
‘Fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye’
 
Njerî Mwangî balkişand ser komkployê û tecrîda giran a niha didome û ev rewş tezahura globalbûna zîhniyeta emperyalîst û dewletperest e û got: “Hinek hêzên serdest nahêlin gel qedera xwe tayîn bikin û ev nîşaneya vê ye. Ev heman demê de şiketina komkplogeran û dewleta Tirk nîşan dide. Ev tirsa wan ya li hember fikrê pêşketî nîşan dide. Ew dibêjin qey wê bi îzolekirinê pêşî li fikrên Abdullah Ocalan bigirin. Lê fikrên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye. 
 
‘Rola Kenyayê nîşan dide’
 
Njerî Mwangî der barê rola dewletên emperyalîst ya di komployê de jî ev nirxandin kir: “Abdullah Ocalan ji axa Kenyayê revandin bi rastî şerm e. Ev jî rola dewleta Kenyayê ya bi mutefîkên emperyalîst, Mossad û CIA’yê re nîşan dide. Rola seferatxaneya Yewnanîstanê jî nîşan dide ku ji berê de li hember rêxistin û şoreşgerên pêşketî operasyonan pêk tîne. Di van çalakiyan li welatên wekê Afrîka, Latîn Amerîka û Fîlîstînê jî em bûn şahid. Heman demê de hêzên mêtînger û emperyalîst modelek wisa esas digirin. Ev li Kenyayê jî dertên pêşberî me.”
 
‘Helwesta hêzên di komployê de cih girtine neguheriye’
 
Njerî Mwangî da zanîn dewletên rola wan di komployê de hebû helwesta wan neguheriye û wiha bi lêv kir: “Li gorî min tiştek neguheriye. Guherî be jî ber bi xerabiyê ve çûye. Globalbûn, nîqaşên jepolîtîk û aloziyê navbera emperyalîstan de derketin holê û didomin. Di bazara cîhanê de reqabet û tifaq her diçin dijwar dibin. Demên dawî de me dît ku welatên emperyalîst piştgiriya ji bo Tirkiye û Erdogan bi aşkera îlan kirin.”
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan ferz e’
 
Njerî Mwangî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Sozên hatin dayîn nehatin cih. Nehiştin Ocalan xwe bigihîne pirtûk û metaryalan jî. Ewil hewl dan îradeyê qesl bikin. Ya duyemîn jî piştgiriyeke parêzeran ya qanûnî û hevdîtinan nehat dayîn. Ev taktîkek valaderxistina hewldana tevgera azadiya Kurd e. Lê berovajî vê têkoşîna Kurd di bin alek mezin de tîne gel hev. Azadia Abdullah Ocalan ferz e.”
 
‘Têkoşîna Kurdan bûye hêvî’
 
Njerî Mwangî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna Kurdan di siyaseta cîhanê de, lê di nav gelê Kenyayê de jî ronahiya hêviyê ye. Û ji bo eşkerekirina qelsiyên jeopolîtîk û emperyalîst xwedî nêzîkatiyeke hesas e. Hebûna wî ya li Rojhilata Navîn û pêşbirka ku di navbera dewletan de berdewam dike, birêz Ocalan ji bo bloka emperyalîst xetereyek mezin tê xuyakirin. Her ku roj derbas bû û hişyarî zêde bû, li Kenyayê piraniya xelkê rastiya revandina birêz Ocalan fêhm kirin, ev yek jî eleqeya gel ji bo azadiya Birêz Ocalan çêbû. Materyal û tifaqên di navbera hêzên pêşverû yên Kenyayê û Tevgera Azadiya Kurd de jî hevgirtinê zêdetir xurt kir.” 
 
Njerî Mwangî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em hevgirtina xwe ya tam û bênavber bi gelê Kurd ê cîhanê re tînin ziman û diyar dikin ku azadiya Birêz Ocalan divê pêk were. Her wiha em hezkirin û hevgirtina xwe ji hemû şervan û çekdarên Rojava, Rojhilat û Bakurê Sûriyê, Kabîlê û cîhanê re radigihînin. Em we teşwîq dikin û baweriya we ya serketinê teşwîq dikin. Kenya bi we re ye.”