Zext û gefa rejîma Îranê ya li ser malbatên girtiyên Kurd dewam e
- 11:33 7 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihand ku hevjîna girtiyekî Kurd li Mihabad a Rojhilat Kurdistanê ji aliyê desthilatê rejîma Îranê ve ji bo miduriyeta polîsan hate vexwendin û di dema lêpirsînê de gefa binçavkirinê lê hatiye xwarin.
Zext û êrişên rejîma Îranê ya li ser welatî û çalakvanên azadîxwaz her ku diçe tundtir dibe. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand duh hevjîna girtiyê Kurd Celal Sedeqî, Sîrwan Şawale ji aliyê navenda Îstixbaratê ya Mihabadê ve hate gazîkirin û çend saetan dibin lêpirsînê de hate hiştin.
Hate diyarkirin ku Sîrwan Şawale di dema lêpirsînê de ji aliyê hêzên Îstîxbaratê ya Mihabadê ve gefa binçavkirinê lê hatiye xwarin. Têkildarî sedema gazîkirin û gefxwarina li Sîrwan Şawale ti agahî nehatin belavkirin.
Hêjayî gotinêye ku 15’ê Îlona 2024’an de Celal Sedeqe di pêla girtin û binçavkirina welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, li mala xwe ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ve bêyî destûra yasayî hate binçavkirin. Celal Sedeqe piştre sewqî Rêveberiya Îtlîatê ya Urmiyeyê hate kirin. Ji wê demê ve Celal Sedeqe ji mafên xwe yên hevdîtina gel malbat û parêzeran hatiye bêpar hiştin.