Li Kongoyê tecawizî 165 jinan hat kirin
- 11:32 7 Sibat 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku piştî ku serhildêrên Ruwanda piştgirîya wan dike avêtin ser girtîgehek jinan a li Kongoyê, tecawizî bi sedan jinan hat kirin û piştre bi saxî hatin şewitandin.
Çekdarên M23 li Komara Demokratîk a Kongoyê ya li Efrîqayê bi berdewam pêş de diçin. Milîtanên M23 yên ku Ruwanda piştgirîya wan dike, heftiya borî êrişî beşa jinan a li Girtîgeha Munzenze kirin. Di serdegirtina girtîgehê de tecawizî 165 girtiyên li beşa jinan hat kirin û hatin şewitandin.
Li gorî daxuyaniyên Cîgira Seroka Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Vivian van de Perre, dema sûcdarên mêr reviyan girtîgeh hat şewitandin û jin bi saxî hatin şewitandin.
Li gorî raporên ji herêmê hatine belavkirin, herî kêm 141 jin û 28 zarokên li gel dayikên xwe jiyana xwe ji dest dan. Van de Perre got: “Li girtîgehê 4,000 girtî reviyan. Bi sedan jin jî di wê girtîgehê de bûn. Hemû tecawiz li wan hat kirin û piştre beşa jinan hate şewitandin. Piştre ew hemî mirin.”
Êriş di pevçûnên dawî yên ku ji aliyê M23 ve têne kirin de wekî bûyera herî xirab a şîdetê hate binav kirin. Raporên herêmî de hate ragihandin ku gardiyanan ji bo rawestandina kaosê gule li girtiyan reşandin, lê bê encamp man.
Hefteyek piştî karesatê hat hînbûn ku beşeke mezin a girtîgehê bi temamî şewitiye û piştre hatiye talankirin. Hat zanîn ku beriya bûyerê nêzî 4 hezar û 400 girtî li girtîgehê hebûn û ji kapasîteya wê zêdetir bû.
Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê hişyarî da bû ku şîdeta zayendî wekî çekek şer ji aliyê komên çekdar ên dijber ên li Goma ve tê bikaranîn. Bajarê ku zêdetirî milyonek kes lê dijîn, bi temamî ketiye bin kontrola hêzên M23.