Dayika Aştiyê Sabîha Bozan: Ji bo aştiyê divê cidiyet hebe
- 09:04 7 Sibat 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Dayika Aştiyê Sabîha Bozan da zanîn ku aştiya civakî bi yek alî ne pêkane û divê desthilatdarî gavên şênber bavêje û got: “Aştiyeke bê lîstik, bê hîle û li ser rastiyan hatiye avakirin pêwist e. Bi xapandin, êrîşan, qetilkirinê aştî ne pêkan e.”
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û peyameke ji 7 xalî pêk dihat a Abdullah Ocalan hat parvekirin. Ji aliyê hemû aliyan ve peyam erênî hate dîtin. Di 22’ê Çile de jî hevdîtina duyemîn hat kirin. Dayika Aştiyê Sabîha Bozan der barê pêkhatina aştiya civakî, daxwaz û pêşniyaran de axivî.
Dayika Aştiyê Sabîha Bozan ku bi salane di daxwaza aştiyê de israr dike û têkoşînê didomîne diyar dike ku bersiva ji bo aştiyê nagirin û wiha dirêjî dayê: Xuya ye vê dewletê aştiyê baş fêm nekiriye an jî ne li gorî hesabê wan e. Me jî soza aştiyê da. Em ê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin. Aştî daxwazek pir pîroz e. Aştî jiyana mirovan e, aştî ji bo xwezayê, ji bo mirovahiyê û ji bo her tiştî pir girîng e. Bi mehan e em dişopînin, gotegot hene ku dê aştî çêbibe. Divê rêya aştiyê ne bi vî rengî be. Devlet Bahçelî li aliyekê dibêje bila Rêbertî were li meclîsê biaxive, em ê zemîna aştiyê ava bikin ku êdî şer neqewime, lê ji aliyê din ve em dibînin ku hê jî tecrîda li ser Rêbertî didome, li ser girtiyan jî tecrîd heye. Aştî bi vî awayî pêk nayê. Bêyî rakirina tecrîdê û derketina ji girtîgehê wê azadî û aştî çawa be? Şert û mercên aştiyê hene. Divê şert û mercên Birêz Abdullah Ocalan bi cih bînin û rê vekin. Divê malbat, parêzer, partiyên siyasî herin wî bibînin.”
‘Divê her kes peywira xwe bîne cih’
Sabîha Bozan diyar kir ku li aliyekî gotinên aştiyê tînin ziman li aliyê din êrîşên li hember Kurdan didomînin û bi lêv kir ku bi vî awayî aştî ne pêkane. Sabîha Bozan wiha berdewam kir: “Tirkiye bi SÎHA’yan êrîşî Rojava dike. Her roj sivîlan qetil dikin. Pirsgirêkên gelên li Sûriyeyê her ku diçe girantir dibin. Divê hemû gel li wir meclîsên xwe ava bikin û ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan bibînin. Pêdivî ye ku ew bixwe hemû tengahiyên xwe ronî bikin. Divê Tirkiye mudaxeleyî vê neke û destwerdana Sûriyeyê neke. Li aliyekî Tirkiye çeteyan dişîne Sûriyeyê û li aliyê din jî bombe dibarîne. Di pêvajoyeke wiha de, di bin van şert û mercan de hîmê aştiyê bi vê rêbazê nayê danîn. Em Dayikên Aştiyê jî bang li dewletê dikin; Em aştiyê li ser bingehek rast dixwazin. Aştî bi xapandin, êrîş û kuştinê pêk nayê. Aştiyek mayînde, bêkêmasî ya li ser bingeha rastiyê hewce ye. Daxwaza me ew e ku tecrîd bi dawî bibe û girtiyên siyasî bên berdan. Hîn jî ti peyam û bangewaziya Serokatî nîne. Tiştek jî negot. Divê em bi hev re rastgo bin. Ji bo aştiyê divê cidiyet hebe. Deng ji CHP'ê nayê. Her kesê ku li hemberî van komkujiyan bêdeng dimîne sûcdar e. Ji ber vê yekê divê her kes bi berpirsyarî rabe.”
‘Yek alî aştî ne pêkane’
Sabîha Bozan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku aştî yekalî ne pêkane û wiha dawî lê anî: “Bi salan e em dayik ji bo aştiyê diqîrin. Kesî guh neda me. Bila careke din li me guhdarî bikin û bipirsin ka em çi dixwazin. Bila werin ji me bipirsin ka em çi dixwazin. Dayik pirsgirêkên dayikan fêm dikin. Dema zarokê dayikekê tê qetilkirin, tenê dayikek vê yekê fêm dike. Ji ber vê yekê ji me re bingehek cidî hewce ye. Di van salan de em gelek caran hatin xapandin. Bi fermaneke li ser derew û xapandinê derketin pêşberî me. Em niha vê dibêjin, êdî tiştên wiha qebûl nakin. Aştiyeke azad û wekhev ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo her kesî esas e. Em aştiyeke li ser esasê maf, hiqûq û edaletê dixwazin.”