Li Meletiyê meşa bêdeng:Me jibîr nekiriye, em helal nakin
- 21:02 6 Sibat 2025
- Rojane
MELETÎ - Li Meletiyê kesên di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn bi meşaleyan bi meşa bêdeng hatin bibîranîn. Di meşê de hat diyarkirin ku rayedaran hesab nedaye û gotin heta berpirs hesab nedin wê têkoşîna wan bidome.
Platforma 6’ê Sibatê ya Meletiyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan meşek pêk anîn û daxuyaniyek dan. Bi hezaran kes tevli meşê bûn. Parlametnera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, Sevîlay Çelenk û her wih anûnerên rêxistinên demokratîk tevli bûn. Di meşê de pankarta ‘Qêrîna bêdeng’ hat vekirin.
Piştre meşale hatin pêxistin û meşê heta ber avahiyeke di erdhejê de hilweşiyabû berdewam kir.
Li ser navê Platforma 6’ê Sibatê ya Meletiyê Nevzat Mîllîoglu axivî û da zanîn ku rayedaran hesab nedaye û heta berpirs hesab nedin wê têkoşînê bidomînin.
‘Em ê hesab bipirsin’
Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û got: “Erdhej ne qedere îhmalkariye. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Yên ewil xwe gîhandin qada herêmê saziyên civaka sivîl bûn. Piştevaniya civakî li her derê bû. Me xwe li 11 bajaran parve kir. Me xwe gîhand her derê. Ev bi aşkera cînayet û komkujî bû. Ev zîhniyet hîna li pey rantê ye. Sozên hatine dayîn tevî 2 sal derbas bû nehatine cih. Pirsgirêka strbûnê heye. Emê hesabê van bipirsin. Em jibîr nakin û em ê hesab bipirsin.”
Parlamenterê CHP’ê yê Meletiyê Velî Agbaba jî xivî û got yek burokratekî ceza negirtiye û mirov di bin kavilan de ji sermayê jiyan axwe ji dest dane. Velî Agbaba da zanîn ku ew bi piştevaniyê li ser piyan mane.
Bîranîn bi danîna qurnefîlan bidawî bû.