
Jin di sektora taybet de çi dijîn?
- 09:06 1 Cotmeh 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Di sekotora taybet de mobînga li ser jinan her diçe zêde dibe. A. ya ku bi salane di sektora taybet de dixebite wiha got: “Sedema girtina kar a jinan xuyabûna derve ya jinê ku zêdetir bala muşteriyên mêr bikşîne. Yanî hesteke ku wek tê bikaranîn ava dibe. Jin wek alav tê bikaranîn.”
Li welat di sektora taybet de jin rastî mobîngê tên û der barê vê de tu tedbîr jî nayên girtin. Der barê mobîngê de her roj gilî û gazinc hene. Jin vê rewşê qebûl nakin û banga ku di sektorên taybet de kontrolan zêde bikin, dikin.
Sektorên taybet ku jinan wek alav dibîne û mobîngê pêk tînin, di serî de mexazeyên kozmetîk, xişir, fîrmayên wesayîtan, mexazeyên cil û bergan, kafe û her wekê din tên.
A. ya di sektora tayber de dixebite ji ber ewlehiyê navê xwe, dîmen neda û tiştên jiyaye ji ajansa me re vegot.
‘Mobîng digihêjin asta tacîzê’
A. da zanîn ku sektora taybet bi tena serê xwe mobîng e û got: “Zextên mezin hene. Ev zext hem di mexazeyên franchîse (îmtiyaz) hem jî yên saziyan de hene. Ya herî hêsan tu derkevî bîhnvedanê jî gotinan dibêjin. Di rewşeke lezgîn de, tu nebaş bî jî te li mexazeyê didin sekinandin. Bêguman divê li lênerînên şexsî baldarî hebe. Em jin bi gelek binpêkirinan re tên û hev. Herî zêde midûrên mêr ên mexazeyan mobîngê dikin. Ev êdî digihêje destdirêjîyê. Dema tû rû nedê jî tehdîda ‘em te ji kar derdixin’ dikin.”
‘Bêyî hincet ji kar derdixin’
A. di berdewamiyê de bi lêv kir ku ligel vê di sektora mexazeyê de salek an du sal ked bê dayîn, ji bo kes bilind nebin nota kêm a performansê didin û wiha anî ziman: “Di sektorên taybet de mêr rehet in. Mêr çi bixwazin dikin. Di tiştekî biçûk de dibêjin em karekî din dibînin û derdikevin. Lê ji bo jinan ne wisa ye. Jin ewqas kedê didin midûrê mexazeyan bêyî hincet ji kar derdixin. Dibêjin ‘divê hûn makyaj bikin, li xwe binêrin’. Dema em porê xwe normal kom bikin jî hişyar dikin. Ev jî pir bandorê li mirov dike.”
‘Ji bilî 5 deqeyan mirov nikarin rûnin’
A. diyar kir ku di sektora mexazeyê de bi taybet jin dixebitin û wiha berdewam kir: “Sedema girtina kar a jinan xuyabûna derve ya jinê ku zêdetir bala muşteriyên mêr bikşîne. Yanî hesteke ku wek tê bikaranîn ava dibe. Ev ji bo jinan ne bandorek erênî ye. Jin wek alav tê bikaranîn. Dibêjin ‘wisa biaxivin, wisa bikin, destê xwe wisa bikin, milên xwe wisa bikin, tu nikarî pişta xwe bidî cihekî. Hûn nikarin navbera xwe de biaxivin.’ Kes tunebe jî mirov nikarin rûnin. Bi saetan em li ser piyan in. 5 deqe dikarî rûnî ji bilî wê bertek nîşan didin.”
A. di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Ez bang li jinên rastî mobîngê hatine dikim. Li cihekî ku hûn xwe kêfxweş hîs nakin an jî hûn xwe wek tê bikaranîn hîs dikin, nesekin. Midûr dibe, rayedar dibe kî dibe bila bibe vê mobîngê her tim bînin ziman. Ez bang li reydaran dikim. Bila wek muşterî biçin mexazeyan û bibînin ku çawa nêzî xebatkaran dibin. Bila kontrol bikin.”