
Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin derket
- 09:52 1 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin bi nivîsên li ser komploya 9'ê Cotmehê, mîrateya cangoriyên jin, nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk û armanca Destûra Bingehîn a Jinê hate weşandin.
Rojnameya Newaya Jin ku dengê têkoşîna azadiyê ya jinan e, bi hejmara xwe ya meha Cotmehê gihîşt ber destê xwendekarên xwe. Rojnameyê li ser mijarênİ komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên meha Cotmehê yên Tevgera Jinên Kurd, bûyerên rojane yên li qada civakî, hiqûqî û siyasî yên bi perspektîfên 'Aştî û Civaka Demokratîk', nîqaşên li ser guherîn û veguherînê û 'Destûra Bingehîn a Jinê' ya ku armanceke, dosyayên berfireh amade kir.
Rojnameyê cihekî berfireh da banga "Ji bo avakirina aştiyê, civaka demokratîk û di destûra bingehîn de afirandina gotina jinê, bang e" ya Tevgera Jinên Azad. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin hêmana esasî ya aştiya civakî ye û bang li jinan hemûyan hate kirin ku bi bawerî, bi fikarên xwe û rexneyên xwe beşdarî pêvajoyê bibin. Ayla Akat Ata li ser mijarê axivî û got, "Di vê pêvajoyê de ku divê em rîskê bidin pêş çavên xwe û gavên bi wêrekî û biryar biavêjin, gelekî girîng e ku jin di nava zemîna çareserî û siyasetê de hebin."
Koordînasyona PAJK'ê rola cangoriyên jin a li nava têkoşîna azadiyê nirxand û got, "Afirînerên rasteqîn ên şoreşa jinê, şehîdên me ne. Heta ku azadiya jinê pêk neyê eşkere ye ku demokratîkbûna civakê jî pêk nayê." Di daxuyaniyê de işaret bi komploya 9'ê Cotmehê jî hate kirin û hate gotin, "Li ser bingeha jinûve dagirkirina Şengalê û tasfiyekirina sîstema xweser a Êzidiyan peymaneke nû ya xiyanetê hate îmzekirin."
Di rûpela forûmê ya rojnameyê de li ser komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hate kirin. Di civînê de cih ji van gotinên Abdullah Ocalan re hate dayin: "Ji bo têkiliyên Kurd û Tirkan bi temamî bêne qutkirin hatim teslîmkirin. Encamên vê yekê hîn bi şênberî tê dîtin."
Sûltan Gulsun di rûpela ekolojiyê de di nivîsa xwe ya bi sernavê "Derfetê aştiya ekolojîk" qala bandorên hilweşîner ên şer li ser ekosîstemê kir. Stran Çelîk jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Efûsniya Jineolojiyê" de bandora atolyeyên jineolojiyê yên li Bakur û enternasyonalîzma jinê vegot.
Di rûpelên Kurdî de Roza Metîna astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê, Zîlan Vejîn jî têkoşîna 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Îranê û Rojhilat nirxand. Kurdistan Lezgiyeva jî qala jiyana jinên Kurd ên li Rûsyayê kir.
Di rojnameyê de Hêlîn Dersim qala Emîne Erciyes kir. Her wiha gotara Medya Doza a bi sernavê "Jinên mamosteyên dibistana azadiyê", portreyên jinan û nivîsên li ser tenduristiyê û mijarên rojane di rojnameyê de hatin weşandin.