Dayikên Şemiyê: Bila sucdar bên darizandin

  • 13:29 27 Îlon 2025
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê daxwaza darizandina sûcdarên kuştina Abdulmecit Baskin a di bin çavan de kirin.
 
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ji bo ku çarenûsa xizmên xwe yên ku di bin çavan de winda bûne û hatine kuştin bipirsin û sucdar bên darizandin li Qada Galatasarayêçalakiya xwe ya 1070'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên ku di di bin çavan de winda bûne û hatine kuştin li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikan vê hefteyê, aqûbeta Abdulmecit Baskın ku di 30'ê Îlona 1993'an de piştî binçavkirinê hate windakirin pirsîn.
 
'Di bin çavan de hat windakirin'
 
Maside Ocak a ku daxuyanî da, diyar kir ku Abdulmecît Baskın (41), bavê sê zarokan, mudurê  Daîreya Nufusa a li Altindaga Enqerê bû. Masîde Ocak, diyar kir ku Baskın di 30'ê Îlona 1993'an de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatiye binçavkirin û got, "Baskın ê ku hat înkarinin  hatiye binçavkirin, di 3'yê Cotmeha 1993'an de, piştî lêpirsînê, ji aliyê cotkarekî ve li herêma Gölbaşı mirî hatiye dîtin. Ew hatibû gulebarankirin û kuştin, destên wî ji pişt ve girêdayî bûn. Lêpirsîna ku li ser daxwaza malbatê hatibû destpêkirin bi bandor nehat meşandin û doz demek dirêj hate rawestandin. Lêbelê, 18 sal piştî bûyerê, di 26'ê Adara 2011'an de, polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkın îfadeya xwe da Dozgeriya Komarê ya Stenbolê û bi berfirehî rave kir ku Abdulmecit Baskın di sala 1993'an de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahin hatiye binçavkirin û Baskın ji aliyê polîsên tevgera taybet Ziya Bandırmalioğlu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Piştî îtîrafên Çarkin ku di çapemeniyê de jî hatin belavkirin, lêpirsînek nû li ser dosyaya Baskin û 18 kesên ku di îtîrafên Çarkin de behsa wan hatiye kirin û di dema binçavkirinê de hatine windakirin an jî hatine kuştin, hate destpêkirin.
 
Dosya ket ber demboriyê
 
Maside Ocak diyar kir ku di sala 2014'an de, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn a Enqerê li dijî 19 kesan, tevî Mehmet Agar, Îbrahîm Şahîn û Korkut Eken, ji ber sûcê "kuştina mirovan di çarçoveya çalakiyên rêxistineke çekdarî de" doz hat vekirin. Îtîrafên Çarkin ji hatin tomar kirin. Doz, ku di raya giştî de wekî "Doza JÎTEM a Enqerê" tê zanîn, di 13'ê Kanûna Pêşîn a 2019'an de bi beraeta hemû bersûcan bi dawî bû. Malbatan li dijî biryara dadgeha herêmî îtîraz kirin. Di 5'ê Nîsana 2021'ê  de, Daîreya Cezayê ya 1'emîn a Dadgeha Edaletê ya Herêma Enqerê biryara beraetê betal kir û doz şand Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Enqerê. Lêbelê, di ji nû ve darizandinê de,ku di 26'ê Gulana 2023'an de pêk hat, tevî biryara betalkirina îtîrazê jî bersûcan careke din beraet kirin. Doza ku di nav deh salan de 41 dadwer û 8 dozger hatin guhertin, ji ber demborînê dosyaya wê hat girtin. 32 sal in, rayedarên dadwerî di doza Abdulmecît Baskın de erka xwe ya dabînkirina edaletê bi cih neanîne. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Abdulmecît Baskin û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin."
 
'Aqûbeta canê min diyar bikin'
 
Hanife Yildiz, xizmeke windayan, got, "Bila ew aqubeta canê  mîna ku wan  winda kir diyar bikin. Ev îşkenceya herî giran e ku li dayikekê tê kirin. Ez nikarim bijîm."
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.