
Ji bo amadekariya Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hatin ba hev
- 14:41 27 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Silêmanî kombûna jinên çalakvan û partiyên cuda ji bo goftûgokirin û amadekariya ji bo Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê li hev civiyan.
Li bajarê Silêmaniyê, îro jinên çalakvan û nûnerên partiyên cuda ji bo goftûgokirin û amadekariya ji bo Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Başûrê Kurdistanê civiyan.
Civîna ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed jî beşdar bûye armanc dike ku encamên civînên berê yên li deverên cuda yên herêmê hatine lidarxistin binirxîne û gavên pratîkî ji bo lidarxistina kongreyek Neteweyî ya Jinan a yekgirtî li herêma Kurdistanê, destnîşan bike.
Beşdar dê raporên berê yên li ser çalakiyên jinan nîqaş bikin û li ser planeke çalakiyê ya hevbeş ku di nav de dîrokek ji bo kongreya Neteweyî ya Jinan jî heye, lihevkirinek hatiye kirin.
Çalakvan Seywan Rûstem têkildarî civînê ji ajansa NûJINHA'yê re axivî û got: “Îro em civiyan, ji bo ku encamên civînên berê di ber çavan de derbas bikin û bizanibin ka li Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Başûr divê çi were kirin. Di vê civînê de em ê raporê dixwînin û gavên ku ji bo xebatê hatine avêtin, diyarkirina roja konferansê nîqaş dikin.”
Seywan Rûstem wiha got: “Em guh didin jinên li aliyên din ên Kurdistan û Ewropayê ji bo beşdariyê hatine. Ji bo bizanibin wan çawa ev konferanse li dar xistine. Sûdê ji ezmûna wan digrin û bi hev re guftûgoyê ji bo lidarxistina konferansek bi rêkûpêk dikin.”