
KJAR: Tiştên li girtîgehên Îranê diqewimin cînayeta eşkere ye
- 14:39 27 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kkomeleya Jinên Azad a Kurdistanê, diyar kir ku îşkenceyên sîstematîk û nebûna tedawiyan li girtîgehên Îranê tê jiyîn, cînayetek eşkere û bi hedef e.
Aktîvîsta sivîl Somaye Raşidî, di meha Gulana îsal de ji ber nivîsandina dirûşmeyan a li ser dîwarên taxa Joadiye hatibû girtin. Somaye Raşidî ku piştî ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Qerçekê hate sewqkirin, ji ber bêxemiya rayedarên girtîgehê ya têkildarî rewşa wê ya tenduristiyê, di 25’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Sudabeh Asadî jî, li Girtîgeha Qerçekê roja 15’ê Îlonê ji ber nebûna lênêrîna bijîşkî jiyana xwe ji dest daye.
Bertekên li dijî mirinên ji ber xemsariya rejîma Îranê li girtîgena zêde dibe. Komeleya Jinên Azad a Kurdistan (KJAR) bi daxuyaniyekê mirina girtiya siyasî Somaye Raşîdî ji ber xemsariya rejîma Îranê şermezar kir.
KJAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, têkoşîna girtiyên jin, bûye dengê li dijî zextê û hêviya demarên jiyanê zindî dike û got: “Mirina girtiyên jin ên siyasî li girtîgehên Îranê cînayetek vekirî, bi hedef û domdar e. Xebera mirina Somaye Raşidî, beriya çend rojan li girtîgeha Qerçekê, di nava jinên girtî, parêzvanên mafê mirovan û giştî civakê de fikarek mezin ava kiriye. Somaye Raşidî piştî serhildana gelan a li Îranê gelek caran hatibû girtin, tevî nexweşiyên wê yên giran jî, li qawîşên jinan ên girtîgeha Evîn û Qerçekê ji mafê tedawiyê bê par hatibû hêlan. Em polîtîkayên rejîma Îranê ya zextê şermezar dikin.”
KJAR’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku rayedarên Îranê ev salên dirêje ji bo bêdengkirina dengê girtiyan serî li her riyê daye, gelek girtiyên jin bi salan rastî îşkenceyê tên û wiha hat diyarkirin: “Komara Îslamê dozan bi awayên cûda lihevtîne, bi daxuyaniyê nakok û gotinên berûvajî hewl didin rastiyê veşêrin. Lê belê ev rastiya ku nayê tepesandin, têkoşîn û berxwedana jinan a li girtîgehê ye. Serhildan ne ji bo mirina jinên bi salane girtîne, wateya jiyanê îsbat kiriye. Her jiyana ku bi zincîrê hatî girêdan, her canê çûye, bi dirûşme, stran û qîrînan hatine pêşwazîkirin, ev jî çandeke ku komara Îslamê wê nikare bi tepesîne ye.”
KJAR’ê da zanîn ku ji Qerçek heta Yezd’ê heta girtîgehên din ên li Îranê gelek girtî ji mafê tedawiyê bê par mane û wiha hate bi lêvkirin: “Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan yek ji vane. Tevî ku nexweşiya gurçik, lerizîn, dîtina xirab û enfeksiyona diranan bi Zeyneb Celaliyan re heye, ji mafê tehliyekirinê bê par hatiye hiştin.”
KJAR’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê mirina Somaye Raşidî û yên wek wê, wek mirinek ji rêzê neyê dîtin. Tiştên ku ji aliyê Komara Îslamê ve hatî jiyîn cînayetek vekirî, bi hedef û didomeye. Ev rewş di polîtîkaya derve û hundir a rejîmê de bê hêvtî û tirsa bê çarebûnê belav kiriye, derdixwe holê. Têkoşîn û berxwedana girtiyên jin, hêviya demarê jiyanê zindî dike. Divê em bibin dengê hemû girtiyên ku ji bi jiyanek azad û bi wate jiyana xwe feda kirine.”