
Mihrîcana Zarokan a Navçandî di roja duyemîn de didome
- 14:37 27 Îlon 2025
- Zarok
AMED - Mihrîcana Zarokan a Navçandî li Parka Sûmerê di roja duyemîn de berdewam kir. Ji bo zarokan li parkê çalakiya boyaxkirinê hate lidarxistin û zarok bi kêfa dilê xwe rabûn.
Bi pêşengtiya Komeleya Berî Her Tiştî Zarok duh Mihrîcana Zarokan a Navçandî dest pê kir. Mihrîcana ku dê sê rojan berdewam bike di roja duyemîn de li Parka Sumerê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê berdewam kir.
Mamoste û rêveberên Zarok Mayê, Komeleya Hêviyên Rengareng, Zarok TV, Mordem Huner, Komeleya Çand Huner û Wêjeye ya Jinan (KASED), Weqfa Koçê, Komeleya Dadwerî Ji Bo Zarokan (ÇIAD), gelek muzîkjenên Katalanî û gelek zarok tev li şahiya mirhrîcanê bûn.
Di destpêka bernamê de Koma Ma Musicê li gel zarokan lîstokan amade kirin û lîstin û stran gotin. Piştre jî ji bo zarokan çêkirina zendikan, Zarok TV jî kargeha resm û karîkaturan, Mordem Hunerê jî Kargeha Kûklayan û Jonglor, KASED'ê jî Kargeha Rîsaykilê/Veguherînê û Kolajê, Weqfa Koçê Çêkirina Gerdeniyên Darîn û ÇIAD'ê jî Kargeha Gihîştina Maf, muzikjenên Katalanî jî kargeha muzîkê li dar xistin.
Di bernameyê de mamosteyan rûyên zarokan boyax kirin, resman çêkirin û zarok bi kêfa dilê xwe rabûn û lîstin. Her wiha zarokan li stran û muzîkan guhdar kir.