
Bi jinên li serayê hevdîtina 8'ê Adarê
- 12:40 26 Sibat 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredarê Peyasê bi boneya 8’ê Adara Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî, li gor bernameya Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê, serdana jinên li qada Sera û Şitil danînê ya di bin banê Gerînendehiya Park û Baxçeyan de xebatên xwe dimeşîne kir. Hevşaredar di bernameya ku ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li vê qadê hat lidarxistin de, Jinên bi ked û xebatên xwe her roj tevkariya xwezayê dibin, li cihê cih raçav kir û wan pîroz kir.
Di serdanê de Hevaşaredarê Peyasê bi xebatkarên jin re sohbet kir û bal kişand ser cih û girîngiya wan di jiyana hilberînê de û wiha domand: “Rola jinan di hilberînê de pir bi nirx e. Keda her jineke ku tevkariyê li xweza, hawirdor û civakê dike, ji bo pêşketina vî welatî kedeke mezin e. Bi boneya 8’ê Adarê ez careke din li we jinên kedkar pîroz dikim û serkeftinê dixwazim."
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar spasiya fedakariya jinên kedkar kir û bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî şitil û nebatên cihêreng çand. Piştî serdana hevşaredar, xebatkarên jin jî kêfxweşiya xwe ji bo serdanê anîn ziman.