
Însiyatîfa Jinê ya 'Pêdiviya min bi Aştiyê heye' hat avakirin
- 16:33 26 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Piştî komxebata "Jin Aştiyê Diaxivin" ku li Stenbolê hat lidarxistin, Înîsiyatîfa Jinê ya "Pêdiviya min bi Aştiyê heye" hat avakirin. Jinan li dijî bandora şer banga têkoşîneke hevpar kirin û destnîşan kirin ku divê aştî di nava jinan de civakî bibe.
İstanbul’da 22-23 Şubat günleri düzenlenen “Kadınlar Barışı Konuşuyor” başlıklı çalıştayın sonuç bildirgesi yayınladı. 100’ü aşkın kadının bir araya gelerek barışı konuştuğu çalıştayın sonuç bildirgesinde “Bu çalıştayla birlikte ‘Barışa ihtiyacım var’ Kadın İnisiyatifi olarak yola çıkıyoruz” denildi. Küresel, bölgesel ve yerel ortamda barış ve savaşın ele alındığı çalıştayda, atölyeler halinde çeşitli başlıklar tartışıldı.
Deklerasyona dawî ya komxebata bi navê "Jin Aştiyê Diaxivin" ku di navbera 22-23'ê Sibatê de li Stenbolê pêk hat, hat weşandin. Di daxuyaniya dawî ya komxebatê de ku zêdeyî 100 jin hatin gel hev û behsa aştiyê kirin, hat gotin, "Bi vê komxebatê re em weke Înîsiyatîfa Jinê ya 'Pêdiviya min bi Aştiyê heye' derdixin pêş."
Di komxebatê de mijarên cuda hatin nîqaşkirin û li ser aştî û şerê li hawîrdora cîhanî û herêmî hate nîqaşkirin.
Di danezanê de hat gotin li ser mijarên "Aboriya şer, polîtîkayên keda jinan û xizaniyê", "Çima pêwîstiya me bi têkoşîna aştiyê û têkoşîna jinê heye", “Jin aştiyê çawa dixwazin? Em çawa dikarin aştiyê ava bikin?” hatin nîqaşkirin.