Li Taxa Cimîka hevdîtina 8'ê Adarê

  • 16:49 26 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED - Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Taxa Cimîka ya navçeya Yenîşehîrê jin hatin gel hevdu. 
 
Li Taxa Cimîka ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinan serî hildin, em ji bo azadiyê dimeşin" civînek hat lidarxistin. Di çalakiya ku li Taxa Cimîka hat lidarxistin de jinan bi stranên xwe govend gerandin û bal kişandin ser yekîtî û hevgirtina xwe.
 
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag di çalakiyê de axivî û diyar kir ku jin bi sedsalan tên îstîsmarkirin û diyar kir ku destkeftiyên îro bi dest ketine bi saya têkoşîna jinan pêk hatine. Safiye Akdag 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku têkoşîna jinan wê bi biryardarî bidome.
 
Nûnera Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Cansel Talay der barê mafên heyî yên jinan de agahî da û bal kişand ser têkoşîna hiqûqî û hevgirtinê.
 
Hevdîtina jinan piştî govendên bi coş bi dawî bû.