
Ji Zeyneb Celaliyan name
- 11:46 26 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan di salvegera girtina xwe de ji girtîgeha Yezîdê de beşek ji êşên 17 salên girtina xwe vedibêje û bang li gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike ku li dijî darvekirin, girtin û hejariyê yek deng û yek helwest bin.
Di 25’ê Sibata 2008’an de Zeyneb Celaliyan hate girtin û xistin girtîgeha Yezîd. Piştre li girtiya siyasî cezayê heta hetayî yê girtîgehê hate sepandin. Bi ser girtina Zeyneb Celaliyan re 17 sal derbaz dibin. Bi boneya salvegera girtina xwe girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nameyek ji zîndana Yezîd belav kir.
Nameya Zeyneb Celaliyan wiha ye:
“Ji destên min bêhna kulîlkan dihat û ji ber gul çandinê min ceza kirin. Lê kesê ne difikirî ku ezê gulek biçînim. Zilmê di dilê min de êşek kûr hêla ku ez qet ji bîr nakim. Ez zarokek biçûk bûm û helgirtvanek ya peyamek mezin a ji bo azadî û jiyana azad bûm. Di 25’ê Sibata 2008’an de min dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi bajarê şîrîn yê Kirmaşanê kir, lê çeteyên zulmê di rê de ez revandin û birin cihekî xerîb.
Ji ronahiyê ditirsiyan
Nobedarên bi cil û bergên reş kevneşopiyek xerîb hebûn. Li wî cihê tirsnak destûr nedidan ku kes kesê bibîne. Çavê min bi rupoşek reş girtibûn û ji min dipirsiyan; ‘Navê te çiye?’ Min di got; ‘Navê min Zeynebe’. Li min dixistin û carek din dipirsiyan; ‘Navê te çiye?’ Dubare min di got; ‘Navê min Zeynebe’ carek din li min dixistin. Êşkence li min dikirin û dîsan pirs dikirin; ‘Navê te çiye?’ Bi caran, bi deh caran dubare dubare dipirsiyan. Min bersiv jî daba û bêdeng jî mabam, tiştek nedihat guhertin. Êşkence berdewam dikir. Min mejî û zihniyeta wan ê nexweş fam nedikir. Di wê cihê tarî de pencereyek ku ronahiyê bide nebû. Ji ber ku nobedarên zilmkar wek beqên kore, ji ronahiyê ditirsiyan.
Dest û lingên min zincîr kirin
Piştî çend mehan min sewqî girtîgehê kirin. Girtiyên wir jin bûn. Lê reftara wan ji ya mêrên nenas xerabtir bû û êşa vê yekê ji min re girantir bû. Piştî çend mehên bi bendewarî û sekinandina bi êş, rojekê bi dengekî nefret ji hoparlora girtîgehê gazî min kirin. Dest û lingên min zincîr kirin û min derxistin dadgehek formalîte. Min 3 deqeyan li gel dadwer bi zimanê dayîka xwe axaftin kir. Min nas nekir. Heta guh neda gotinên min jî. Ji bo cezayê darvekirinê bi ser min de bi sepîne wî piştbestiya çi kir? Nizanim.
Şeş mehan di hucreya yekkesî de mam
Paşê min birin Tehranê, li wir ez şeş mehan di hucreya yekkesî de mam, ji bo ku ez bi zorê sûcên xwe îtîraf bikim û hevpeyivîna bi zorê, kirin. Piştî çend salan pasewanên hikûmetê bi tehdît û gefan dayîka min anîn Tehranê. Qêrînên diya min tijî têgihîştin bû û nayê vegotin. Ji bo wê gelek zehmet bû ku ew êşa dûrbûna ji zaroka xwe û sepandina cezayê darvekirinê li zaroka xwe bikişîne. Êşa diya min ji sebra wê zêdetir bû. Lê li ber zilm û zordaran serî netewand. Diya min sembola xemeke mezin bû; Bê guman gotinên min nikarin xemgîniya mezin vebêjin.
Gelek caran daxwaza veguhestinê kir
Piştî 6 mehan min şandin Kirmanşanê. Bi caran min daxwaz kir ku ji bo parêzgeha xwe werim veguhestin. Lê 7 salan di girtîgeha Kirmanşanê de mam. Piştre min ji bo girtîgeha bajarê min şandin û 4 salan jî li wir dibin zextênr derûnî û ruhî de mam. Şevekê ku dema razanê hatibû ragihandin û bêdengiyek kujer girtîgehê dagirtibû, pasewanên zilmkar dîsan vegeriyan û dest û lingên min zincîrkirin, ez birim girtîgeha Qerçek. Ez di girtîgeha demkî de hatim girtin, li wir ez bi vîrusa korona ketim. Lê min tu lênêrîn û tedaviyek pizîşkî wernegirt. Cîgerên min gelek zerar dîtin. Min gelek caran daxwaza veguhestinê kir lê bersiv nedan. Min neçarî greva birçîbûnê kirin.
Min sûrgûnê Kirmaşanê kirin
Piştî gelek rojên bendewariyê, nîva şevekê ku girtî di xew de bûn û tenê dengê kuxuka min bêdengî dişikand, dîsan pasewanên zilmê hatin bi kelepçeyan min bi zorê birin Kirman. Ne çavek hebû daxwazên min bixwîne, ne guhek hebû gotinên min bibihîse, ne jî dilek hebû hevxemiyê gel min bike. Piştî çend mehên tenê û tecrîdkirî, qedexeya telefon û hevdîtinê, nebûna kara bankayê, di êvarek xembar û bi mij de li Kirmanê, hêzên girtîgehê bi sondên derew û bi darê zorê, min sûrgûnê Kirmaşanê kirin.
Çiyayên bilind û şevên bi stêrke
Tevî van hemûyan jî, piştî vê sirgûna bi darê zorê, min çavên xwe bi laşekî westiyayî û nexweş girt da ku bêhnek bêhna xwe bidim. Lê dengê pasewanan derfeta bêhnvedanê neda min, dest û lingên min girêdan, çavên min girtin û ez birim Yezîdê. Min salên dûr dirêj di nava vê tarîtiyê de bi hemû êş û zehmetiyên wê, bê telefon û serdan derbas kir. Niha çar sal û çar meh in ez girtîgeha Yezîdê deme.
Di vê girtîgeha tarî de çavên xwe li hev digirim. Kadastroya jiyanê ya li derveyî girtîgehê di xeyalên min de maye. Min bêriya hembêza dayîka xwe ya germ, awirê bavê xwe ya dilovan, kenê xwişka xwe û heta aciziya birayê xwe kiriye. Ez ji bo gelê dilgerm û mêvanperwer ê Kurdistanê û muzîka Kurdî xemgînim. Min bêriya bêhna axê, bilbilan, darên berû û lawirên berû xwer kiriye, dilê min li ber kaniyên zelal, çemên diherikin, çiyayên bilind û şevên bi stêrke.
Li gel hemû êş û azaran 17 sal derbas bûn… 17 sal!
Xelkê birêz yê Rojhilatê Kurdistan û Îran;
Karbidestên vê rejîmê welatê dayİka me wêran dikin, ciwanên me dikujin, wan darve dikin yan jî bi giranî cezayên girtîgehê lê dibirin. Kan û çavkaniyên me yên xwezayî talan dikin, aboriya welat têk didin, xizanî û birçîbûn her derê bi xwe girtiye.
Hûnê heta kengê li hemberî van wêrankerên bêrehm bêdeng bimînin? Heta kengê hûn dixwazin li benda wêrankirina welat û siberoja zarokên xwe bimînin û tiştek nebêjin? Ma em layiqê jiyaneke wiha rûreşî ne?
Mirovên delal ên vê axê!
Werin hev bigirin û bi yek dengî biqêrin:
Ji kuştinê re na, ji darvekirinê re na, ji girtîgehê re na, ji xizaniyê re na, ji birçîtiyê re na…
‘Ger hûn li ber dîtina neheqiyê hêrs bibin, hûn hevrêyên minin.-Che Guevara’
Zeyneb Celaliyan
Girtîgeha Yezîd-25’ê Sibat 2025”